Li Wanê 306 karkerên Kurd ku berya 6 salan ji alîyê qayumê bajarvanîya Wanê ve ji kar hatibûn derxistin, tevî bîryara dadgehê jî dîsa ew wernegirtin kar.
Bajarvanîya Wanê ya di bin rêvebirîya qayum de wek sedema wernegirtina karkeran got ku wan ezmûn derbas nekiriye.
Lê karkerê bi navê Burhan Borak li dîjî daxuyanîya bajarvanîyê derdikeve û dibêje ew û karkerên din hemî, 90 ji sedî pirsên ji wan hatî pirsîn rast bersivandine.
Borak got, “Ev çara 4ê ye ku em ezmûnê derbas dikin. Carên berê pirsên giran bûn û pirsên ku çi pêwendî bi karê me nebûn ji me dipirsîn. Mînak digotin me, ‘gelo damezrênerê dewleta Misirê yê herî ewil kî ye’. Piştî bertekan dîsa em birin ezmûnê û vê carê pirsên girêdayî karê me pirsîn û min her 5 pirs jî zanîn.”
Borak dibêje ku bajarvanî bi hincetên nerast mafên wan binpê dikin û wan wernagirin kar. Wî got ku ew jiber ramanên xwe yên sîyasî ji kar hatine derxistin û ew heya mafên xwe hildin dest, dê tekoşîna xwe berdevam bikin.
“Jiber vê bêdadîyê, hemî hevalên me ketin nava kirîza aborîyê. Bi vê yêkê karkerekê dawî li jîyana xwe anî, hejmarek malbat belavbûn û hin ji wan jî çûn rojavayê Tirkîyê û ji zarok û malbata xwe dûr kar dikin.”
Yek ji parêzerê karkeran Hamza Çîftçî dibêje, “mixabin qayum bîryara dadgehê qebul nake û bi hincetên cuda karkeran venagerîne kar.”
“Çawa çê dibe ku ji 300 karkeran tenê yek karker jî ji wê azmûnê derbas nabe. Ev jî dide nîşandan ku qayum tevî bîryara Dadgaha Heremî ya Erzorumê karkeran venagerîne kar û dê bêdadîya xwe berdevam bike. Lê em vê yêkê qebul nakin û heya karker digehin mafên xwe emê bixebitin.”
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku Dadgeha Heremî ya Erzîromê di 2019’an de dîyar kiribû ku ezmûnkirina karkeran dîjî qanûnê ye û bîryar dabû ku ‘306 karker bi neheqî ji kar hatine derxisti’ û bîryara ‘vegerandina ser kar’ dabû.