Li Wanê jiber ku Sendîkaya Kedkarên Zanîstî û Perwerdehîyê (Egitim-sen) li hember veqetandina şagirtên keç û xort derketibû, ew rastî bertekan hat. Hin dezgehên ragihandinê yên li bajêrê Wanê di weşanên xwe de Egitim-sen wek dijminê ola îslamê anî ziman.
Heftîya borî li ser gilîkirina mamoste û malbatên şargirtan, Egitim-senê li 3 dibistanên bajarokê Artemîtê tespît kiribû ku şagirt wek xort û keç ji hevdû hatine veqetandin û di polên cûda de perwerdehîyê dibînin.
Li ser vê yêkê Egitim-senê ji Rêvebirîya Perwerdehîya Netewî ya Wanê derheqê vê rewşê de agahî xwestin, lê sazîyê bi nivîskî ev yêk red kir û got ku li ti dibistanên Wanê xort û keç di polên cûda da perwerdê nastînin.
Li ser berdewamkirina gilîyan, Egitim-senê carek din bi daxwaznamekyekê ji rêvebirîya perwerdehîyê xwest ku ew dibistanan kontrol bike û derheqê wan rêvebirên dibistanên ku dîjî sîstema perwerdehîya laîk, tev digerin de lêpirsînan bide destpêkirin.
Piştî vê daxwazê hin sazîyên ragihandinê bi rêya weşanên xwe Egitim-sen wek dijminê ola îslam nîşan dan û ew kirin armanc.
Serokê Şaxa Egitim-sen yê Wanê Murat Atabay got ku wan di daxwaznameyên xwe de behsa ti olan û baweriyan nekir, lê dîsa jî hin hişmendîyên peşverû bi zanebûn ew kirine armanc.
Wî got, “me di nivîsa xwe de cîh nedabû, ne nîqaşên ser dibistanên Îmamhatîp ne yên ser çî baweriyan. Me tenê bi alîyê zanîstî ve di çarçoveya pedagojîyê de behsê giringî ya perwerdehîya bihevra ya şagirtan kir. Bingeha meseleya me ew ku zarokên keç û xort bi hevra perwerde hildin û bi vê yêkê hevdû nasbikin. Daku ew li hember hevdû rêzdarîyê, têgehiştinê bizanin û li gor ramanû hestên hevdû tevgerin. Bi vê zanebûnê bi hevra mezin bibin.”
Atabay dibêje ku li wan dibistanan di destpêkê de polên şagirtan wek xort û keç ji hevdû hatine veqetandin û pişt re jî qatên wan jî hatine cûda kirin. Wî got ku ji niha ve hem mamoste hem jî malbatên wan şagirtin dibêjin wan ku sepandina vê yêkê bandorek neyînî li ser deronîya şagirtan kirîye.
“Beşek mirovan heye ku ji ber bawerî û hestên xwe yên pak vê yekê rast dibînin. Lê divê ev beş bi zelalî bibîne ku ev armancek siyasî ye. Dema ku ji vir dest pê dike, armanca wan ya pêşerojê ew e ku jin ji dibistanê, ji jiyana civakî û karsazî jî dê were qut kirin û û edî jin nikare malê derbikeve. Di dawiyê de ez ji kesên ku êrîşî me û sendîkaya me kirin re dibêjim, bertek û helwesta me ew e ku em ne li dijî ol, îmam hatip û perwerdehiya wan in."
Atabay got ku ew wek sendîkayek perwerdehîya laîk diparêzin û ew rast nabînin ku ti ol zextê li ti bawerî û olekê din bike. Wî got ku ew daxwaz dikin dewlet li hemû ol û baweriyan wekhev nêzîk bibe.
Ji bo guhdarîkirina li raporat adeng lînka jêr veke
Your browser doesn’t support HTML5