Tîrêj: Têkeliyên Aloz ên Hevalbendên NATO Amerîka û Tirkiyê

Despêka vê mehê dadgeheka Amerîka 19 nobedarên serokê Tirkiyê Receb Teyyib Erdogan gunehbar kirin li dor tondûtijîya dijî xwepêşanderên sivîl li Waşintonê

Wezîrê derve yê Amerîka piştgiriya xwe bo biryara dadgehê diyar kir. Renge ne bi tenê ev bûyer bûye egera xerabûna têkeliyên Tirkiyê û Amerîka, belko siyaseta Tirkiyê li Sûriyê û piştevaniya Amerîka bo Kurdan û pirsa Fethulla Gulen yê tawanbar bi kodetaya leşkerî ya sala 2015an, peywendîyên herdû welatan xirabtir kiriye.

Serokê Tirkiyê dibêje, biryara dadgeha Amerîka gumanê liser demokrasîya Amerîka peyda dike.

Barnama Tirêj a vê hefteyê li ser vê mijarê mihvandariya şîrovekarê siyasî Fuad Onen dike.

Your browser doesn’t support HTML5

Tirej # 110