Tirkîyê jî, wek hemî welatên cîhanê, çavdêriya sonda Donald Trump a seroktîyê ku roja Duşemê ye, dike.
Gelo piştî sondxwarinê, dê Trump di derheqê geşedanên Rojhilata Navîn û bi taybet jî di derheqê Tirkîyê de dê polîtîkayeke çawa bide pêşîya xwe?
Doç. Dr. Furkan Kaya, bi xwe herî zêdetir li ser dîplomasîyê kar dike û him sîyasete Amerîkayê him jî geşedanên li Rojhilata Navîn ku pêk tên ji nêzva dişopîne. Kaya, sondxwarina Trump û girîngîya vê ji Dengê Amerîkayê re dinirxîne.
“Hilbijartinên Amerîkayê berî du mehan dawî bû. Lê Donald Trump piştî sond xwarinê ewê bi awayekî resmî bibe serokê Amerîkayê. Wek gelek dewletan Tirkîye jî çavrêya vê sondê dike. Tirkîye dixwaze ku piştî hatina Trump têkilîyên xwe li ser esasên îtifaqeke nû bidomîne.” Kaya got.
Ew radigîhîne ku di mijarên ewlehîyê de, bi taybet jî di warê têkoşîna li dijî terorê, du welat xwedî heman perspektîfê ne lê di navbera wan de hin cûdatî jî hene.
“Tirkîye hin hêzan wek terorîst dibîne lê belê sazûmana Amerîkayê di vî warî de van fikarên Tirkîyê nabîne û ev jî zirarê dide têkilîyên herdu dewletan. Tirkîyê û Amerîka PKK’ê wek rêxistina terorîst dibînin, lê Amerîka PYD û YPG’ê li dijî têkoşîna DAEŞ’ê wek şirîk dibîne, Tirkîyê jî vê rewşê napejirîne. Lê belê wek hevalbendek NATO’yê, bi awayekî dîrokî em parastina têkiliyên xwe didomînin. Ji ber vê jî Tirkîyê dê piştî 20’ê Rêbendanê polîtîkayên xwe li hemberî Amerîkayê bêhtir zelal bike.” Wî got.
Trump, ragihandibû ku şerê ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de pêk tê ewê di demeke lez û bez de dawî bike. Tirkîyê di vî warî de wek roleke navbeyrkarîyê jî difikire.
Dîsa Tirkîyê girîngîyeke mezin jî dide hevkariya berevaniyê. Di peywenîyên Tirkîyê û Amerîkayê de ev wek pirsgirêka herî dijwar derdikeve pêş. Sîstema parastina hewayî ya S-400 ku Tirkîyê ji Rûsyayê kirî, rastî berteka Amerîkayê hat û bû sedam ku Tirkîyê ji bernameya F-35’an bê derxistin. Di serdema nû de Tirkîyê çaverê ye ku ji bo çareseriya vê pirsê gavên nû werin avêtin.
Di serdema Trump de tê xwastin ku têkilîyên aborî yên di navbera Tirkîyê û Amerîkayê de bên başkirin. Di demên berê de du welatan armanca xwe ya zêdekirina qebareya bazirganiya xwe bo 100 mîlyar anîbûn ziman. Lê belê alozîyên sisasî nehiştin ku ev armanc bi tevahî pêk were. Tirkîye dixwaze ku vê yekê car din bide destpêkirin.
Serok Joe Biden heta niha jî li Qesra Spî mazûvaniya Serok Recep Tayyîp Erdogan nekir. Berevajî vî Trump du caran ew vexendibû Washingtonê û her du serok ji bo hevdîtinên fermî, di sala 2017 û 2019’an de civîya bûn. Erdogan piştî sondê çavrêye ku car din bibe mêvanê Trump.
Lê li vê derê Kurd jî bi baldarî li benda sond xwarina Trump in. Piştî ku li Sûrîyê rewşeke nû pêk hat, Kurd jî ji Amerîkayê daxwaz dikin ku êrîşên Tirkîyê yên li ser Bakûr û Rojavayê Sûrîyê rawestîn û di sîstema nû ya Sûrîyê de jî Amerîka mafên Kurd biparêze.
Akademîsyen Doç. Dr. Ekrem Onen, bêtir pêzanîna wî li ser têkilîyên navnetewî ye. Onen radigîhîne ku hatina Trump wê li Rojhilata Navîn de gelek hevkêşeyan bigorîne û têkilîyên Tirkîyê li gel Amerîkayê ji îro baştir jî nebe.
“Trump û Erdogan du mirovên konservatîf ango kevneparêz in. Lê li vê derê tiştê herî girîn berjewendîyên dewletan e. Gava em li kadra Trump temeşa dikin yên ku li Tirkîyê erênî binhêrin hima hima tunenin. Ji wezîrê der heta wezîrê bergirîyê dijî Tirkîyê ne û di derheqê Kurdan de jî pozîtîf dinêrin. Hin ji van di mesela Kurdên Rojava de Tirkîyê li Sûrîyê wek dagirker dibînin. Evana bivê nevê wê bandora xwe li ser têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê bikin. Ez ne bawerim ku têkilîyên Tirkîyê û Amerîkayê di rojên pêş me de ji îro baştir bin,” Onen got.
Your browser doesn’t support HTML5