Pêvajoya dersînorkirina penaberên Sûrîyê ji Tirkîyê, di çend mehên borî de bileztir û bi hejmarên zêdetir pêk tê.
Hikûmeta Tirkîyê berê penaberên dersînorkirî dide herêmên bakurê Sûrîyê, ku di bin kontrola artêşa Tirk û komên çekdar yên bi ser wê ve de, ne.
Li gor raportên mafên mirov û ragihandinê, rojane bi sedan penaber bi neçarî di dergehên Girêspî, Bab El-Hawa û El-Selamê re, bi bihaneyên cuda jibo bakurê Sûrîyê, tên vegerandin.
Çalakvanên Kurd îdîa dikin ku armanca Tirkîyê, pêkanîna guhertina demografîk e li herêmên Kurdî yên dagirkirî li bakurê Sûrîyê, weke Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî.
Ew dîyar dikin ku avakirina wargehan jibo xelkên ji derveyî herêmê ji malbatên komên çekdar didome, loma metirsî heye ku bicihkirina penaberên dersînorkirî jî pêvajoya guhertina demografîk hîn kûrtir û firehtir bike.
Di bernameya Mijara Rojê de ji Dengê Amerîka, dersînorkirina penaberên Sûrî ji Tirkîyê, herwiha armanc û encamên wê, bi çend mêvanan re tê gotûbêjkirin.
Mêvanên bernameyê:
Besam El-Ehmed, Rêvebirê Rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ).
Welîd Bekir, Lêkoler û Çalakvanê Mafên Mirov.
Ciwan Îso, Parêzer û Endamê Komîteya Têkilîyan ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê.
Jibo guhdarîkirina bernameyê, fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5