Hejmara Qurbanîyên Erdhejên Tirkîye û Sûrîyê ji 21 Hezarî Derbaz Dike

Hejmarên qurbanîyên di erdhejên Tirkîye û Sûrîyê de mirine ji 21 hezarî derbaz kir.

Karbidestên Tirk di daxuyanîyên herî dawî de dibêjin ku di erdhejan de li Tirkîyê 17,674 kes mirine.

Berpirsên Sûrî û karbidestên saxlemîyê yên li Sûrîyê jî didin zanîn ku ji ber erdheja li welêt 3,377 kes mirine.

Li Tirkîyê hejmara birîndaran pirtir ji 63,000 hezar e, lê hejmara birîndarên Sûrî nayê zanîn.

Çaverê ye berpirsên payabilind yên Neteweyên Yekbûyî (NY) di dawîya hefteyê de serdana Entab û Helebê bikin.