Hejmara Miriyên Erdhejên Tirkiyê-Sûriyê ji 9,500 Derbaz Dibe

Erdheja Tirkiyê û Sûriyê

Dîmenên dilşewat yên zarokekî nû ji bin xirbeyan bi saxî hat derxistin û bavekî dilşikestî ku destê keça xwe ya mirî girtiye, ziyanên giyanî û mirovan ya erdheja li Sûriye û Tirkiyê eşkere kir ku heta roja Çarşemê zêdetirî 9,500 kesan jiyana xwe ji dest da ye.

Ev du roj û şev ji erdheja di hêza 7.8 pileyî da derbazbûn, ji wê demê û vir ve, artêşeke neçaverêkirî ya rizgarkirinê di sermayeke dijwar da dixebitin da ku kesên hîn di nav wêraniyên li gelek bajaran da li her du aliyên sînor yên Tirkiyê û Sûriyê da di nava xirbeyan da mane derbînin

Bi awayekî fermî, hejmara kuştiyên karesatê heta niha digihêje 6,957 kesan li Tirkiyê û 2,547 kesan li Sûriyê, ku bi giştî digihêje 9,504 kesan, lê belê eger tirsa herî xirab ewe ku ev hejmar du qat zêde bibe.

Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus hişyarî da ku dem ji bo bi hezaran birîndaran derbas dibe û yên hîn jî ku li jêr kavilên avahiyan asê mane, hejrmara miriyan gelek zêde bibe.