Artêşa Amerîkî Droneke Tirkîyê Li Bakurê Hesekê Anî Xwarê

Roja Yekşemê, hêzên Amerîkî droneke xwekujî ya Tirkîyê piştî ku nêzîkî baregeheke leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî li gundewarê Hesekê bû, xist xwarê.

Jêdereke leşkerî ku bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dike ji medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re ragihand ku droneke "xwekujî ya Tirkiyê, ji navçeyên di bin kontrola çekdarên opozîsyonê yên alîgirên Tirkîyê firiya û nêzîkî baregeha Til Beyder bû."

Li alîyekî din berbanga Yekşemê Artêşa Tirkîyê 3 xal li navçeya Qamişloyê kirin armanc. Li gorî aghaîyên heyî, ti zîyanên canî nebûn.

Hêjaye gotinê ye ku meha Cotmeha borî hêzên koalisyonê li heman bingehê droneke Tirkîyê piştî bi rengekî metersîdar nêzîkî leşkerên Amerîkî bibû, anî xwarê.

Ev duyem drona Tirkîyê ye ku li ser esmanê herêmên HSDê ji alîyê hêzên koalisyonê ve tê xistin.