Ajansa nûçeyan ya dewletê ya Tirkiyê Anadol ragihand ku serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Şemiyê ji serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson re got ku Enqere li bendê ye ku di derbarê fikarên xwe yên li dor rêxistinên terorîst de, gavên berbiçav bên avêtin.
Li gorî nûçeya Anadolê, Erdogan di pêwendiyeke telefonî de her wiha gotiye, divê ambargoya hinardekirina çekan a ku piştî êrişa Tirkiyê li Sûriyê di sala 2019an de li ser Tirkiyê hatiye danîn, were rakirin.
Fînlanda û Swêd roja Çarşemê bi awayekî fermî serlêdana endamtiya NATOyê kirin, piştî êrîşa Rûsyayê ya 24ê Şibatê ya li ser Ukraynayê.
Tirkiyê hefteya borî hevalbendên NATOyê bi nerazîbûna xwe li hember endamtiya herdu welatan matmayî hişt, lê rêberên rojavayî bawer in ku redkirina Enqerê dê rê li ber pêvajoya endamtiya NATOyê negire.
Enqere dibêje, Swêd û Fînlanda kesên girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û alîgirên Fethullah Gulen, ku Enqere wî bi organîzekirina hewla kudetaya 2016an tawanbar dike, li ba xwe dihewînin.
Çavkanî: Reuters