Li bajarê Colemêrgê, ji destpêka îsal ve heya niha 25 kesan hewil dane xwe bikujin. Ji van 25 kesan, 12 mirin û 13 kesên din jî bi giranî birîndar bûn ku ew niha li nexweşxane tên derman kirin. Li gor raporta Komela Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxê Colemêrgê, piranîya van kesan jin û ciwan in.
ÎHD’ê li ser vê rewşê komîsyonek ava kir û heya niha ligel 9 malbatên wan kesan hevdîtin kirine ku li ser sedem û derûnîya wan kesên xwekuştî raporekê amade bike. Lê, endamên komîsyonê dibêjin ku ev xebat jî têrê nake û dibe ku rewş xirabtir be jiber ku hin jî sedemên bingehîn ne zelal in.
Endama Komîsyona Lêkolînkirina Xwekujîyan Pinar Yilmaz ji Dengê Amerîka re got ku kesên xwe kuştine di navbera 17 û 30 salî de ne.
“Li navenda bajarê Colemêrgê û bajarokê Geverê xwekuştin pêk hatin, lê herî zêde li bajarokê Şemzînan bûyerên xwekuştinê çêbûne. Ji 1’ê Hezîranê heya vê mehê, 12 ciwanan hewila kuştina xwe kir. Mixabin 10 ji wan jîyana xwe ji dest dane. Yên din jî bi giranî birîndar bûne. 3-4 ji wan kesan jin bûn, yên din xort bûn.”
Yilmaz dibêje ku qurbanîyan telefonên xwe şikandine û piştre jî xwe kuştine û ew heta niha jî nizanin ku sedema vê yekê çî ye û wan xwestîye çî ji malbata û derdorê xwe veşêrin.
“Salên borî jî bûyerên bi vî rengî pêk dihatin, lê sed mixabin di sala 2023’an de hejmara kesên ku xwe dikujin zêde dibe. Me di dema çavdêrîyên xwe de gelek tişt dîtin. Em hin jî sedemên bingehîn yên hin tiştan nizanin ku bi ragihandinê re parve bikin. Wek mînak: hejmarek xwekujan telefon û sîmkartên xwe şikandine û piştre xwe kuştine. Dibe ku ev kes bi şiklekî ji alîyê hin kesan ve hatibin xapandin, yan jî bi leyîstîkên ku wek lîstîka ‘Balînayê Şîn (Blue Whale)’ di dawîya listîkê de peyvîra xwekuştinê li zarokan dide kirin yan jî dibe ku bandoreke olî hebe. ”
Servîn Duyan ku wek derûnîzan di nava komîsyonê de cîh digire, dibêje ku wek sedemên serekî ew dikare bêje ku pirgirêkên şexsî, bêkarî, hejarî, xemxwarîya siberojê û giranîya rolên civakî bo xwekuştinê pêş ketine.
“Tiştê min dît ew ku ciwan di rewşeke bêhêvî û bêçarebûnê de ne. Li gor ciwanan, pirsgirêk nayên çareser kirin û wek ku ew tunelek teng û tarî de ne. Herwiha nebûna nasnameyê, rêznegirtina li hember wan, pirsgirêkên di navbera nifşê nû û kevin de û rolên giran yên civakî dibe ku li ser wan bandor kiribin.”
Ji alîyê din ve, Yilmaz bal dikişîne ser rewşa awarte ya li Colmêrgê ku wek qada şer e û ew rewş jî bandora neyênî li ser derûnîya ciwan û jinan dike.
“Bi taybet li ser herêma Kurdistanê şerekî qirêj tê rêvebirin û di vî şerî de jî hemî sînor hatine girtin. Ji hêla aborî ve jî, ev ciwan nikarin bi serbixwe karekî bikin û jîyana xwe ava bikin û ser pêyan bisekinin. Di vî şerê qirêj de bi taybetî ciwan û jin pir aciz dibin û xemxwar dibin. Jiber vê jî çareserîya yekê ew e ku ev şer bi dawî were.”
Duyan, hişyarî dide ku divê li hember xwekuştinan hin rêzexebat werin kirin û çalakîyên hunerî werin li dar xistin.
“Jibo pêşîgirtina xwekuştinan, divê xebatên jibo zêdekirina hişmendîyên civakî, werin kirin. Sazî û rêxistinên pêwendîdar li qadê aktîf bin. Di nava şaredarîyan de divê navendên şewirmedîya bo malbatan werin vekirin. Divê perwerdekarên gerok hebin ku di navbera nivşên nû de têkilîyan xurt bikin, li gundan bigerin û asta hişyarîyê bilind bikin. Jibo ku ciwan xwe tenê hêz nekin, divê çalakîyên civakî û hunerî werin zêde kirin.” Duyan got.
Hêjayî balkişandinê ye ku komîsyona lêkolîna bûyerên xwekuştinê wê xebatên xwe bidomîne û di rojên pêş de agahîyên berfirahtir bide bîragiştî. Hêjayî gotinê ye ku serjimara bajarê Colemêrgê 278 hezar e û li rex sînorê Îran û Herema Kurdistana Îraqê ye.
ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5