Şîroveyên Li Ser Navbeynkarîya Tirkîyê û Serdana Zelenskyy

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy û serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Di 8 Adarê de serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskyy serdana Tirkîyê kir û li Stenbolê Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek çêkir.

Berî hefteyeke jî di 1 û 3ê yên Adarê de Foruma Dîplomasîyê ya Antalyayê hatibû çêkirin û 147 dewlet beşdar bûbûn.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî di vê formê de cî girtibû û bi Wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan re civîya bû.

Pisporê têkilîyê navnetewî Naîl Alkan ji Dengê Amerîkayê re serdana Hatina Zelenskyy nirxand. Alkan ragihand ku pêkane Erdogan peyama Putin gîhandibe Zelenskyy.

“Herdû alî jî baş dizanin ku eger Tirkîyê li dûr bimîne, ew bi tena serê xwe nikarin vê meselê çareser bikin. Lê Tirkîyê jî naxwaze ku ev şer berdewam bike. Di navbera Erdogan û Viladimir Putin de nêzîkîyek heye. Di vê hevdîtinê de dibe ku Zelenskyy an jî Putin ji hev re peyam şîyandibin.”

Piştî vê Forumê hatina Zelenskyy, di nav çapemenîya Tirkîyê de wek hêvîyeke aşitîyê hate şîrovekirin. Di nîqaşên ku hatin kirin de jî hate ragihandin ku Tirkîyê dixwaze di navbera Ukrayna û Rûsyayê de projeyeke aştîyê pêk bîne.

Piştî hevdîtina herdû serokan Erdogan ragihand ku, Tirkîyê jibo mazûvanîya lûtkeyeke aştîyê, ku Rûsya jî tê de cî bigre, amade ye.

Du salan zêdetir e ku şerê Rûsya û Ukraynayê berdewam dike.

Li gorî şîroveyên stratejîstên têkilîyên navnetewî tê amajekirin ku ev şer bandareke gelek xirab tenê li ser Rûsyayê û Ukraynayê venedaye, lê li ser welatên Ewrûpa û cîhanê jî bûye sedema qeyranên aborî û ewlekarîyê.

Pispor radigîhînin ku piştî şerê Rûsya û Ukraynayê gaza ku ji Rûsyayê diçû Ewrupayê dema qut bû, li Ewrûpayê jî krîzeke nû destpêkir.

Di alîyê din de hinartina xurekên Ukrayna û Rûsyayê jî kete nav xeterekê û bandora vî ji li ser tevahîya dinyayê xwe dîyar kir.

Berî heftekê jî Rûsyayê mûşekên balîstîk yên navdewletî û serikên navokî têst kirin.

Li gor çavkanîyên dîplomatîk jî ev yek wek gefa Rûsyayê ya li hemberî welatên rojava hate nirxandin.

Li ser van geşedanan him pisporên şer û him jî yên aborîyê radigîhînin ku heke dawî li vî şerî neyê wê bandora xwe li ser welatên tevahîya herêmê dîyar bike.

Naîl Alkan, di pêşîgirtina vî şerî de rola Erdogan girîng dibîne û di nûavakirina Ukraynayê de jî barekî stratejî dide ser Tirkîyê.

“Di vê hevdîtinê de bi ya min herî zêde li ser dawîkirina vê şerê hatîye rawestandin. Dîsa nûkirina peymana korîdora xûrek jî gelek girînge. Bi ya min Tirkîye xwe jibo di nû de sazkirina Ukraynayê jî amade dike,” Alkan got.

Hêjayî gotinê ye ku, hin şîrovekar radigîhînin ku serdana Zelenskyy ya Tirkîyê û hevdîtinên li gel Erdogan bi pêzanînên Amerîkayê pêk hatine.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyûp Demîr