Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu îro Şemiyê got Tirkiyê û Rûsya armanceke hevbeş heye li dor paqijkirina Sûriyê ji rêxistinên terorîst
Axaftinên Cavusoglu tên piştî kombûneka wî li gel berpirsên Rûsî li Moskoyê, li gor ajansa nûçeyan a Tirkiyê Anadol.
Cavusoglu her wiha got wê Tirkiyê hevrêziya xwe ya nêzîk li gel Îranê û Rûsya berdewam bike li dor Sûriyê û pirsgirêkên herêmê.
Tê zanîn ku biryara Amerîka ya vekişandina 2000 leşkerên wê ji Sûriyê bûye cihê huşdariyê li nik hevalbendên Amerîka li herêmê.