Hin Zanyarî Li Dor Hilbijartinên Tirkiyê Yên 2023

Welatiyên Tirkiyê îro Yekşemê dengên xwe didin di gera duyem ya hilbijartinên serokatîyê de di navbera serokê niha Tayyîp Erdogan û hevrikê wî Kemal Kiliçdaroglu de.

Li jêr, hin agahî li dor gera duyem, herdu kandîd, mijarên sereke û her weha hin agahî li dor hilbijartinên 14ê Gulanê yên perlemanê:

Dengdana Seroktiyê

Tirkiyê îroji bo heyama 5 salan serokekî hildibijêre. Di gera yekem a dengdanê ya 14ê Gulanê de, Erdogan 49,5% deng wergirtin, ku nikaribû piraniya dengên pêwîst qezenc bike.

Kiliçdaroglu, kandîdê hevbendiya opozisyonê ya şeş partiyan, ji sedî 44,9 deng wergirtin. Kandîdê neteweperest Sînan Ogan bi rêjeya 5,2% bû sêyemîn. Van Encaman hêviyên rapirsiyên ku Kiliçdaroglu li pêş xistibûn, tevlihev kirin.

Referandûma sala 2017an bi dijwarî biryara Erdogan ya ji bo berfirehkirina desthilatên serokatiyê, serokatîkirina serokê hikûmetê û betalkirina posta serokwezîriyê pesend kir.

Erdogan wek serokomar di warê aborî, ewlekarî, navxwe û navnetewî de siyaseta Tirkiyê destnîşan dike.

Kandîd:

Serok Recep Tayyîp Erdogan

Zêdetirî 20 sal piştî hatina Erdogan û AKPê ya ser desthilatê, ew hêvî dike ku emrê xwe wek desthilatdarê herî demdirêj yê Tirkiya nûjen dirêj bike.

Performansa wî ya bihêz di 14ê Gulanê de, dema ku wî karîbû hilbijêrên muhafizkar kom bike, pêşbîniyên têkçûna wî ya siyasî ji nav birin.

Serkeftin dê desthilatdariya rêberekî ku Tirkiyê veguhestiye, formeke nû bide welatekî ilmanî ku 100 sal berê hatiye damezrandin da ku li gorî nêrîna wî ya dîndar tevbigere, û di heman demê de desthilata wî bi hêz bike di tiştê ku rexnegir wekî desthilata zordar dibînin.

Di hefteya borî de, Erdogan piştgiriya neteweperestê tund Sînan Ogan wergirt, ku şansên Erdogan û dijwariya Kiliçdaroglu di pêşbirkê de zêde kirin. Di dengdana parlemanê ya ku di 14ê Gulanê de hat kirin de, piştgirîya ji bo AKP’ê ya Erdogan 7 xalan daket ji reêjeya 42,6% ku di hilbijartinên 2018’an de bi dest xistibû, lê digel ku hevbendiya wî piranîya parlemanî bi dest xist, bang li hilbijêran kir ku piştgirîya wî bikin da ku aramîya sîyasî pêk bîne.

Kemal Kiliçdaroglu

Kilicdaroglu hem kandîdê sereke yê opozisyonê ye û hem jî serokê CHPê ye, ku ji aliyê Mustafa Kemal Ataturk, damezrînerê Tirkiya nûjen ve hatiye damezrandin.

Wî platformek berfireh pêşkêşî dengderan kir û soza vegerandina demokrsiyê, di nav de jî vegerandina sîstema parlemanî ya hikûmetê û serxwebûna dadwerî ku rexnegir dibêjin Erdogan ji bo tepeserkirina nerazîbûnan bikar aniye, da.

Lêbelê, gotara wî ji 14ê Gulanê ve zivirînek tund bi xwe ve girt dema ku wî xwe gihand dengdêrên neteweperest di hewildana xwe ya derbaskirina Erdogan de, û soz da ku ew ê bi mîlyonan penaberan vegerîne.

Partiyên alîgirên Kurdan ên Tirkiyê roja Pêncşemê piştgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu di gera duyem de bêyî ku navê wî eşkere bikin, dupat kirin, rojek piştî ku hêrsa xwe li hember rêkeftina ku wî bi rastgira tundrew, Partiya Zeferê ya dijî koçberan re pêk anî, nîşan da.

Serokê Giştî yê Zeferê Umît Ozdag roja Çarşemê piştgirîya partiya xwe ya ji bo Kiliçdaroglu ragihand û li hember bandora piştgirîya Ogan a ji bo Erdogan, piştgirîya serokê CHPê kir. Zeferê di hilbijartinên parlemanî de 2,2% deng wergirtin.

Çi di rojevê de ye?

Dengdan dê ne tenê biryarê bide ka kî serkêşiya Tirkiyê, welatekî endamê NATO yê 85 milyonî ye, lê her weha dê biryarê bide ka ew çawa tê birêvebirin, aboriya wê di nav qeyranek giran a lêçûnên jiyanê de ber bi ku ve diçe, û şêwazê siyaseta wê ya derve.

Rexnegirên Erdogan dibêjin ku hikûmeta wî opozisyon pûç kiriye, maf ji holê rakiriye û sîstema dadweriyê xistiye bin serweriya xwe, ev sûc ji aliyê berpirsên hikûmetê ve tên redkirin.

Aboriya Tirkiyê jî di rojevê de ye. Aborînas dibêjin ku ev siyaseta Erdogan a ne asayî ya rêjeyên nizm yên faîzê bû tevî bilindbûna bihayan ku enflasyon sala borî bû 85%, û lîre di deh salên dawî de dehyek ji nirxê xwe li hember dolar daket. Kiliçdaroglu soz da ku ew ê vegere siyaseta aborî ya kilasîk û serxwebûna banka navendî ya Tirkiyê vegerîne.

Di warê karên derve de, di serdema Erdogan de, Tirkiyê hêza xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn û derveyî wê berbelav kir, têkiliyên nêzîk bi Rûsyayê re kirin, û dît ku têkiliyên bi Yekîtiya Ewropî û Amerîka re her ku diçe aloztir dibin.

Tirkiyê û Neteweyên Yekbûyî her wiha di navbera Mosko û Kyivê de ji bo hinardekirina genimê Ukraynayê lihevkirinek îmze kirin û Erdogan di 17ê Gulanê de du mehên din dirêj kir.

Rapirsî

Zêdetirî 64 mîlyon Tirk dikarin li nêzî 192,000 sindoqan dengê xwe bidin, ji wan zêdetirî 6 mîlyon jî di 14ê Gulanê de cara yekem deng dane.

Navendên dengdanê li Tirkiyê roja Yekşemê demjimêr 08:00 hatin vekirin û demjimêr 17:00 tên girtin. Di roja hilbijartinê de firotina alkolê qedexe ye.

Rêjeya beşdarbûna hilbijartinên Tirkiyê bi giştî zêde ye. Di 14ê Gulanê de rêjeya beşdarbûna giştî ji sedî 87,04ê dengdêran bû, ku rêjeya wan li Tirkiyê ji sedî 88,9 û li derve jî ji sedî 49,4 bû.

Encam

Li gorî pîvanên hilbijartinê, nûçe, pêşbînî û şîroveyên derbarê dengdanê de heta demjimêr 18:00 tên qedexekirin û medya tenê piştî demjimêr 21:00 dikarin bi azadî behsa hilbijartinan bikin.

Lêbelê, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dibe ku destûr bide medya ku berê li ser encaman rapor bikin û bi gelemperî jî dike. Encamên êvara Yekşemê îhtîmal e ku ji ya 14ê Gulanê zûtir derkevin holê ji ber sadebûna têkildar ya kaxeza dengdanê.

Çavkanî: Reuters