Tirkiyê Dibêje Wan Bajarokê Raco li Efrînê Kontrol Kir

Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim

Serokwezîrê Tirkiyê dibêje hêzên Tirkiyê gundekî stratejîk li Efrînê kontrol kir.

Serokwezîr Binali Yildirim dibêje serbazên Tirkiyê bajarokê Raco ji “terorîstan” paqij kir.

Wî got wan hêzên Kurdî ji ser sînor şûn ve birin û niha ew hêz li nava Efrînê dorpêçkirî ne.

Yildirim di rêveçûnekê de li parêzgeha Konya ev axaftinên kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov got pevçûnên tund li Raco hatin ragihandin.

Eger durust be, Raco dê bibe navenda herî mezin li Efrînê ku tê kontrolkirin ji dema destpêkirina operasyona leşkerî ya Tirkiyê ve, di 20 meha çille de .