Tirkîyê Ser Şewitandina Quranê Bangî Dîplomatên Holanda û Danîmarka Dike

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan

ENQERE — Medyaya dewleta Tirkîyê, TRT Haber îro Duşemê ragihand ku Wezareta Derve ser şewitandina Quranê dîplomatên Danîmarka û Holanda vexwendine wezaretê.

Xwenîşanderên li dewletên Nordîk di demên dawî de wek protesto Quranê dişewitînin ku bi wê hêrsa Misilmanan radibe.

Dewletên Misilman ji welatên Nordîk dixwazin ku protestoyên dijî kitaba pîroz ya Misilmanan qedexe bikin.

Tirkîyê di demên dawî de, protestoyên li Swêdê jî di nav de jimareke caran ew xwenîşandan şermezar kirin.

Karbidestên Swêd û Danîmarka dibêjin ew dijî şewitandina Quranê ne, lê dîyar dikin qanûn jibo azadîya derbirînê rê didin ku xwenîşander Quranê bişewîtinin.

Welatên wek Swêd û Danîmarka ser protestoyên dibêjin êrîşên terorîstî pêkan in û asta ewlekarîyê bilind kirine.

Dewletên cîhanê hemwelatîyên xwe ser êrîşên pêkan yên li Swêd û Danîmarka hişyarîyê didin û dibêjin ku heta ne mecbûr be neçin wan welatan.

Jêder: Reuters, VOA