Artêşa Tirkîyê 12 Êrîşan Li Qamişloyê Pêk Tîne

Bajarê Qamişloyê

Îro Yekşemê pitşî nîvro artêşa Tirkîyê bi dronan asta êrîşên xwe li Qamişloyê û derdora wê dijwartir kiriye.

Heta demjimêr 8 êvarî bi dema Qamişloyê 12 êrîş pêkhatin.

Dronan stasyoneke eliktirîkê li Amûdayê kir armanc, û li gundê Kutê aşekî genim hat armanckirin, û di encam de 2 karker birîndar bûn .

Li Qamişloyê , stasyona eliktirîkê, embarek genim li başûrî bajêr, avahiyek li nêzî gundê Elî Faro û kargeheke şêranîyê hatin armanckirin.

Li gundewarê başûrî Qamişloyê kargeha qermîtan û dibistana ajotinê hatin armanckirin.

Di pêşhateke balkêş de, droneke Tirkîyê xaleke artêşa rêjîma Sûriyê li derdora balafirgeha Qamişloyê, li gundê Debana kir armanc, û di encamê de 5 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Li navçeya Tirpespîyê zevîyê Uda yê petrolê û li gundê Xizne rêbenda kontrolê hatin armackirin.

Demjimêrên sibehê artêşa Tirkîyê Dirbêsîyê, Eyîn Îsa û Kobaniyê jî kirin armanc, û danê êvarî êrîş li Qamişloyê û navçeyên wê pêk tên.

Ta amadekirina vê raportê, hîn balafirên Tirkîyê li esmanê Qamişloyê digeriyan.