ÎHD: Di Zindanên Tirkîyê De Saxlemîya 1651 Girtîyan Di Metirsiyê De Ye

Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) Baskê Stenbolê ragihand ku di girtîgehên Tirkîyê de saxlemîya 1651 girtîyan ketîye nav xeterê û ji wan 650 kes jî bi awayekî giran nexweş in.

Tê ragihandin ku bêtirên wan nexweşan Kurd in û zêdetir jî ji ber sucên sîyasî hatine zindankirin.

ÎHD, jibo ku balê bikşîne ser girtîyên zindanê, ev 12 sal in ku bi navê “Rûniştina F” (Ku di girtîgeha-F de girtî û mehkûmên sîyasî tên cîkirin) çalakîyan pêk tîne û her hefte behsa girtîyekî nexweş dike. Wê vê heftê, di rûniştina 648’an de rewşa Fadîme Çelebî anîn ziman.

Hate ragihandin ku Fadîme Çelebî, jiber sedemên sîyasî, ev 8 sal in li Girtîgeha Edîrneyê hatîye zindanirin û saxlemîya wê jî her ku diçe xirab dibe. Xizm û hevalên wê ragihandin ku, heke Fadîme Çelebî neyê berdan, pêkane ku di zindanê de jiyana xwe ji dest bide.

Seroka ÎHD’ê ya Baskê Stenbolê parêzer Gulseren Yoler ji Dengê Amerîka re ragihand ku nexweşên girtî li gor qanûna Tirkîyê pêwîste ku werin berdan.

“Ev 12 sal in, em bi navê ‘Rûniştana-F’ çalakîyekê li dar dixin. Armanca me ew e ku balê bikşînin ser rewşa girtîgehên Tirkîyê û neheqîyên li wê derê tên kirin pêşkêşî raya giştî bikin. Gelek mafên gitîyan tên bipêkirin; wek îşkence, muemeleya xirab, binpêkirina mafên saxlemîyê, astengkirina mafên ragihandinê û dadê û her wekî din têne binpêkirin.”

Gulseren Yoler

Pirsgirêkên ku di girtîgehan de pêk tên, ÎHD di sê mehan careke de wek raport jî diweşîne. Gulseren Yoler radigîhîne ku li gor daneyên ku di destê wan de ye, heke saxlemîya van girtî û mehkûman neyên tedawîkirin pêkane ku berbi mirinê ve jî biçin.

“Li gor qanûna Tirkîyê pêdivîye ku piraniya wan nexweşan ji zindanê werin berdan, ku bikaribin tedawîya xwe pêk bînin. Lê a rastî berdan li cîyekî, di zinadan de şertû mercên pêşberî wan nexweşan, tendurîstîya wan bêtir xirabtir dike. Ango em dibînin ku rewşa zagonê tiştekî din dibêje, lê rewşa bikaranîna zagonê dijî wê diçe.”

Hêjayî balkişandinê ye ku, li gor daneyên Wezareta Dadê yên dawî li Tirkîyê bi tevahî 403 girtîgeh hene û şiyana wan jî 295 hezar û 328 in. Lê di van girtîgehan de 337 hezar û 760 kes ana hatine cîbicîkirin.

ÎHD radigîhîne ku girtîgehên heyî li gor qebareya xwe zêdetir girtî û mehkûman dihewîne û ev jî tendurîstîya wan dixe bin metirsiyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demîr