Raport: Pirsgirêka Girtîgehan Li Tirkîyê Mezin Dibe

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkîyê (TÎHV), Milê Mafên Mirovan ya Yektîya Tabîbên Tirkîyê (TTB) û hin rêxistinên din radigîhînin ku di girtîgehên Tirkîyê de di sala 2023’an de mafên girtîyan hatîye binpêkirin.

Raporta Çavdêrîya Mafên Zindanên Tirkîyê ya 2023’yan ji alîyê ÎHD’yê ve duh hate ragihandin. Li gor vê raportê jî di nav sala 2023’yan de li girtîgehên Tirkîyê bi hezaran mafên girtîyan hatîye binpêkirin.

Li gor vê raportê tê dîyarkirin ku di nav sala borî de hejmarên girtî û mehkûman jî zêde bûne.

Endama Lijneya Birêvebirinê ya ÎHD'ê û Berpirsa Girtîgehan Nûray Çevîrmen, ji Dengê Amerîkayê re naveroka vê raportê û binpêkirina mafên girtîyan nirxand.

Ew dibêje, “Serkarê Giştî yê Xanîyên Berçavrederbasîyê û Cezayê, di girtîgehan de çend kes ji çi sûcan hatine girtin bi mere parve nakin. Lê di raporta me de jî dîyar dibe ku mûameleyên li hemberî girtîyên adlî û sîyasî gelek cûdane. Yên sîyasî, ji gelek mafên xwe têne mehrûmkirin û mafê wan zêdetir têne çewsandin.”

Nûray Çevîrmen

Çevîrmen radigîhîne, hin girtîgehên nû, ku jê re “Şêwazê-S” tê gotin ketine merîyetê. Şiklê wan girtîgehan jî wek şiklê bîran in, û ew tevahîya wana jî dijî mafên mirovan nîşan dide.

Li gor daneyên Wezareta Dadê yên Gulana 2024’an, li Tirkîyê, 272 girtîgehên cezakirinê, 99 girtîgehên vekirî yên cezakirinê, 4 perwerdehîyên zarokan, 11 girtîgehên jinên girtî, 8 girtîgehên jinên vekirî û 9 girtîgehên girtî yên cezakirinê yên zarokan û ciwanan, bi giştî 403 girtîgehên cezakirinê hene û kapasîteya wan jî 295.328 têne dîyarkirin.

Li gor raporta ÎHD’yê, di 2 Gulana 2024’an de, hejmara girtîyan 329.151 e. Kapasîteya girtîgehan dema li gor daneyên resmî di ber çav re were derbaskirin, daneyên ÎHD’yê dîyar dike ku 33.828 girtî li gor kapasîteya girtîgehan zêde ye. Ev jî dîyar dike ku yên zêde di nav 403 girtîgehan de hatine belavkirin.

Raport balê dikşîne ser rewşa girtîyên nexweş yên li girtîgehan. Li gor agahîyan heta Nîsana 2022’yan 1517 girtî nexweş bûne, ku 651 ji wan nexweşên giran in. Tê ragihandin ku heta niha hejmarê wan zêdetir bûye û ti pirsgirêka van nexxeşan jî nehatîye çereserkirin.

Di raportê de tê ragihandin ku di navbera 27 Sermawêza 2023 û 4 Avrêla 2024’an de 1997 girtî çûne greva birçîbûnê.

Li ser rewşa girtîyan li Enqerê ji alîyê ÎHD’ê civînek hate duristkirin. Berdevkên Komîsyona Girtîgehan yê bajarên herêma Kurdan û bajarên Tirkîyê beşdar bûn û rewşa girtîyan nîqaş kirin.

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan yê Amedê Yusuf Erdogan, rewşa girtîyên Kurd ji Dengê Amerîkayê re nirxand.

Yusuf Erdogan

Ew dibêje, “Di destê me de bi awayekî resmî çend girtîyên Kurd di girtîgehan de ne tune ne, lê dikarim bêjim ku hemû girtîyên Kurd li tevahîya girtîgehên Tirkîyê hatine belavkirin. Lê yên girtî jî piranîya wan sîyasî ne û çewsandinên ser wan jî her roj zêde dibe.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku li gor hin daneyan, bes di nav 15 salên dawî de bêtirî 10 hezar rêveber, serokên şaredarîyan, parlementer û endamên HDP-DEM Partî’yê hatine zindankirin û tevahîya wan jî girtîyên sîyasî ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demîr