Li gor ankêtên dawî Partîya Gel ya Komarî (CHP) li hemberî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) serkeftî dîyar dibe.
Encama lêkolîna dawî ya SONAR hate eşkerekirin. Li gorî anketê ferqa CHP’ê û AKP di navbera 5.2 xalan de ye.
“Ger îro hilbijartineke giştî çê bibe, hûnê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî?”
Di vî warî de bersîva beşdaran wiha tê dîyarkirin:
CHP ji sedî 33.4, AKP ji sedî 28.2, DEM Partî ji sedî 9.2, MHP ji sedî 7.3, Partîya Baş ji sedî 7, Partîya Serkeftinê ji sedî 6.2, Partîya Ji Nû Ve Refah ji sedî 6.2 tê tomarkirin.
Pirsa sereke ewe ku li gor van daneyan gelo partîya desthilat AKP û partîya opozîsyonê CHP hilbijartineke pêşwext dixwaze an na?
Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku tenê CHP na ji sedî 85 gelê Tirkîyê jî hilbijartineke pêşwext dixwaze.
“Li ser hilbijartinên asayî hê salek û nîv derbas nebûye ku li Tirkîyê reweşeke gelek nebaş xwe dîyar dike û AKP her roj berbi serfiraznebûnê ve diçe. Di warê aborîyê de welatî têk çûne, kes pêşîya xwe nabîne. Dad nemaye û Tirkîye her ku diçe ji demokrasîyê dûr dikeve. Êdî gel vê tabloyê naxwaze ji ber vî jî ji sedî 85 gel daxwaza hilbijartina pêşweşt dike.”
Li Tirkîyê hilbijartinên serokomarîyê û yên parlementoyê herî dawî di 14’ê Gulana 2023’an de hatibû çêkirin. Lê hê li ser van hilbijartinan 18 meh neborîne ku ana jî bi kirplêdan behsa hilbijartinên pêşwext tê kirin.
Di hilbijartinên şaredarîyê yên 31’ê Adara 2024’an de CHP piştî 22 salan, cara yekemîn li hemberî AKP yekemîn partî derket û serkeftî bû. Ana jî CHP dixwaze ku vê serkeftinê bi hilbijartineke pêşwet careke din dubare bike.
Di anketan de partîya desthilat AKP her çiqas dengê wî kêm derkeve jî hilbijartineke pêşwext ji bo Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan girînge.
Heke hilbijartinên asayî were çêkirin, Erdogan li gor makezagonê careke din nikare bibe edamê serokomarîyê, na heke hilbijartineke pêşwext were çêkirin li gor makezagonê Erdogan car din dikare bibe namzed.
Ji ber vî jî AKP her çiqas behsa hilbijartinên pêşwext neke jî lê pisporên sîyasî dibêjin Hevpeymanîya Komarî, wê hilbijartineke pêşwext têxe rojevê.
Serokê Gitî yê CHP’ê Ozgur Ozer jî di aqaftineke xwe de behsa hilbijartinên pêşwext kiribû. Lê Serokê Giştî yê Partîya Baş, Musavat Dervîşoglu di awaftineke xwe de ji bo ku Erdogan careke din nebe namzed û serokomar dijî Ozgur Ozel derket û got, “Partîya desthilat ji bo ku di Meclîsê de piraniyê bi dest bixwe, dibe ku serî li hin rêyên din bide, û car din Erdogan were hilbijartin.”
Li gor ankêta SONAR’ê Partîya Wekhevî û Demokratî ya Gelan (DEM Partî) ji sedî 9.2 ye. Parlementerê DEM Partî Heval Bozdag jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku ew hilbijartineke pêşwext dixwazin:
“Daxwazeke guhertina desthilatîyê di nav gel de tê. Ev desthilatî ne pirsgirêka Kurd çareser dike û ne jî ji krîza aborîyê re çareyekê dibîne. Ku dema di hilbijartinên şaredarîyê de desthilatî serfiraznebû, me di wê demê de jî banga hilbijartinên pêşwext kir. Li gor rewşa heyî jî em dibêjin pêdivî bi hilbijartinên pêşwext heye.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku ji bo hilbijartinên pêşwext dengê 360 perlementeran pêwîst e. Dengê Hevpeymanîya Gel, ango AKP-MHP ji bo vî têr nake. Ji ber vî jî pêdivîya AKP-MHP bi partîyên din yê nav meclîsê heye.
Your browser doesn’t support HTML5