Tirkîyê Dibêje Şeş Serbazên Wê Di Êrîşekê De Li Îraqê Hatine Kuştin

Wêne ji Arşîfê ye

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro Şemiyê got ku 6 leşkerên Tirk hatin kuştin û yek birîndar bûye di êrşeke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê de, li ser baregeheke wan li bakurê Îraqê (Herêma Kurdistanê).

Tirkiyê di 25 salên borî de bi dehan xalên leşkerî li Herêma Kurdstana Îraqê ava kirine di şerê wê yê dehsalan de li dijî PKKê

Trirkiyê û gelek welatên Rojavayî, PKKê wek rêxistineke terorist binav dikin.

Wezaretê diyar kir ku êrîşa PKK roja Înê li nêzîkî Xakurkê rû daye û diyar kir ku leşkerên Tirk li herêmê hilmetên leşkerî berdewam dikin.

Di Cotmehê de, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan soz dabû ku ew ê êrîşên xwe yên li ser armancên "terorîst" li Îraq û Sûriyê bidomînin.

PKKê berpirsyariya xwe eşekere kiribû di êrîşa xwekujî ya 1ê Cotmehê de li Enqera paytexta Tirkiyê ku di encamê de 2 polîs birîndar bûbûn.

Source: AFP