Berbijêrê Mêza Pêncqolî Ya Opozisyona Tirkiyê Wê Roja Duşemê Aşkere Bibe

Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener di 3 Adarê de bi daxûyanîyeke tund veqetîna xwe ji Mêza Şeşqolî dîyarkiribû.

Li ser van qisedanê Akşener hê 24 saet neborîbû ku, di 4’ê Adarê de, car din di bin mazûvanîya Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu de ev car jî wek Mêza Pêncqolî civîyan.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partîya DEVA’yê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Ahmet Davûtoglu û Serokê Giştî yê Partîya Demokrat Gultekîn Ûysal bê Meral Akşener hatin ba hev.

Kemal Kiliçdaroglu li pêşîya Partîya Saadetê ji alîyê girseyeke ve, “Kiliçdaroglu hêvîya gel e” hate pêşwazîkirin.

Civîna Mêza Pêncqolî nêzîkî 5 saet berdewam kir. Piştî civînê daxûyanîyeke nivîskî hate dayîn û wiha hate gotin:

“Mêza me ya ku hemû pêkhateyên welatê me tê de bi awayekî berfireh cî digrin, netewa me bi xwe ava kirîye. Îro jî bi heman armancê xebatên xwe didomîne.”

Di daxûyanîyê de tê dîyarkirin ku armanca wan ewe ku ti kes winda nekin. Ev yek jî di daxûyanîyê de wiha cî digre:

“Em bi biryar in ku dahatûya Tirkîyê di nû de ava bikin. Emê li ber xwe bidin, 85 mîlyon mirovê xwe hembêz bikin û bêyî ku dilê kesekî bişikînin, bêyî ku bawerîya kesekî têk bibin, emê li rêya xwe de berdewam bikin.”

Berbijêrên Mêza Pêncqolî êdî wek vebir Kemal Kiliçdaroglu tête binavkirin. Di 6 Adarê roja Dûşemîyê li Navenda Giştî ya Partîya Saadetê car din dê ev pênc partî bicivin û piştî civînê jî namzedê xwe yê serokomarîyê dîyar bikin:

“Wekî ku me di civîna xwe ya berê de jî biryar dabû, emê di 6’ê Adarê roja dûşemê bi mazûvanîya Partîya Saadetê careke din bicivin. Emê di Serdema 28’an a Meclîsa Netewa Mezin ya Tirkîyê (TBMM) û hilbijartinên 13’emîn ên Serokomarîyê yên ku em gihîştine têgîhîştineke hevpar bi daxûyanîyeke emê dîyar bikin.”

Di dema Mêza Şeşqolî de li hemberî HDP’ê Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener raste raste dij derdiket. Piştî ku Akşener ji vê mêzê vekişîya, li kulîsên Enqerê de ev car jî tê gotin ku gelo ev mêza Pêncqolî wê HDP’ê jî daxîlî nav vê mêzê bikin an na têne qisekirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyûp Demir