Hevbendiya Opozîsyona Tirkiyê Piştî Dubendîya li ser Kandîdê Seroktiyê Dicivin

Seroka partiya Baş Meral Akşener

Serkirdeyên hevbendiya opozîsyona Tirkiyê roja Şemiyê dicivin, piştî ku yek ji partiyên sereke yên girûpê dev ji hevbendiyê berda, di demekê de ku lihevnekirin li dor binavkirina kandîdê seroktiyê nîne.

Dabeşbûna giştî roja Înê hat piştî nakokiyên bi mehan yên hevbendiyê ku ji hêla şîrovekaran ve wekî derbeyekê li hêviyên opozisyonê li beramber serok Tayyîp Erdogan hat dîtin.

Erdogan vê heftiyê got ku hilbijartin dê di 14ê Gulanê de birêve biçin, tevî rexnekirina bersiva hikûmeta wî ji erdhejên wêranker ên meha borî re, ku zêdetirî 45,000 kes li Tirkiyê kuştin.

Meral Akşener, seroka partiya Baş (IYI Partî), ku partiya duyemîn e di rêkeftinê de, roja Înê ragihand ku partî ji hevbendiyê derdikeve.

Wê got ku di civîna hilbijartina kandîdê serokatiyê ya vê hefteyê de, 5 partiyên di rêkeftinê de Kemal Kiliçdaroglu, serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) wek kandîdê xwe pêşniyar kir.

Akşener endamên rêkeftinê bi fişara li ser partiya wê û binpêkirina îradeya gel tawanbar kir û got ku wê Mansur Yavas û Ekrem Îmamoglû serokên şaredariyên CHP'ê yên Enqereyê û Stenbolê wekî kandîd pêşniyar kirine.

Di rêkeftinê de navenda herî mezin a hilbijêran CHP ye û piştre IYI Partî ye. Li gorî bernameya rojane ya Kiliçdaroglu, serokên rêkeftina opozisyonê demjimêr 14:00 dicivin.

Kiliçdaroglu, anî ziman ku di rêkeftinê de cihê lîstikên siyasî nemaye û nîşan bi wê yekê da ku zêdetir partî dikarin bikevin nava rêkeftinê.

Opozisyon di dengdanên neteweyî yên berê de bi ser neket ku ji Erdogan re, ku ev bîst sal in li ser desthilatdariyê ye, dijwariyek mezin çêbike. Ji dema ku di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de şaredariyên sereke, Stenbol û Enqere jî di nav de, ji desthilatdariya Erdogan AK Partiyê girtin, zêdetir hevkarî kir.

Çavkanî: Reuters