Serokên Partîyên Tifaqa Milet Dê Ser Erdhejê Bicivin

Rêberên partîyên Tifaqa Milet dê roja Şemîyê ser erdhejê kom bibin.

Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu dê bo civîna Tifaqa Milet mazuvanîyê bike.

Bi civîna sibê Înê re serokên partîyên Tifaqa Milet dê piştî erdhejê cara pêşî kom bibin.

Wan serokan berê plan kiribûn ku di 13’ê Sibatê de bicivin, lê piştî erdhejê ew civîn hatibû betal kirin.

Li gor ragihandina partîyên Tifaqa Milet, serokên partîyên tifaqê dê roja Şemîyê di saet 14:00 bi rojeva taybet ya erdhejê kom bibin.

Jêder: Ajansa Mezopotamya