Şerê Dijî PKK: Tevgera Tirkiyê jibo Aramîyê

Mehek li ser operasyona berfireh ya artêşa Tirkîyê li Herêma Kurdistana Îraqê derbaz bûye. Ne hikumeta Bexdayê û ne jî ya Herêma Kurdistanê bertek nîşan dane û ne jî weka caran bi fermî daxwaz ji civaka navnetewî kiriye ku Tirkîyê karên çekdarî li erdê wan ragire.

Berîya ku serokê Tirkîyê Erdogan fermana destpêkirina operasyona bi navê Pênçe - Kilît bide, wî seredana Bexda û Herêma Kurdistanê kir. Erdogan got ku Bexda û Hewlêr “bi operasyonê re hevkarî kirîye.” Lê hikumeta Îraqê ew îdia red kir û operasyon şermezar kir.

Zêdebarî êrîşên bê rawestanên bi dronan, raportên ji herêmê piştrast dikin ku bi hezaran hêzên bejayî yên Tirkîyê ji derokê Ser Zêr ketin devera Berwarî Bala yê Kanî Masî. Xelkê wan deveran jî piştrast dikin ku artêşa Tirkîyê rêkên nû birine serê çîyayê Metîn li hindav Amêdî û Şêladizê. Wan hêzan bircên çavdêrîya herêmê bi cîh kirine.

Wezîrê Berevanîya Tirkîyê Yaşar Guler gotibû ku “Enqere rijd e li ser sînorên Tirkîyê bi Îraq û Sûrîyê re korîdoreke ewlehîyê bi kûrîya 30-40 km ava bike û herêmê ji terorîstan paqij bike.”

Armanca Rastîn ya Operasyonê Çi Ye?

Berîya hefteyekê Erdogan got ku ew operasyon dê zû bi dawî were. Lê çavdêr dibêjin ku dana wan hêzan bi çekê herî giran û bircên çavdêrîyê ne jibo operasyoneka yek mehî ye. Ne dûr e çavê wan li girtina Çîyanê Gare be.

Saît Keskîn

Dr. Saît Keskîn, lêkoler û çalakvanê şîyasî li Londonê, ji Dengê Amerîka re got ku Çîyayê Gare cîhekî stratejîk e.

“Ger artêşa Tirkîyê ket ser Çîyayê Gare, Qendîl û Asos jî dê bikevin û Mexmûr û Şengal jî bikevin ber xeterê. Nîyaza Tirkîyê dagîrkirina wê herêmê ye.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng1_DS

Zubêr Aydar

Endamê Konseya Rêvebir ya Komara Civakên Kurdistanê (KCK) Zubêr Aydar jî bawer dike ku armanca vê operasyonê jinavbirina sîstema federal ya Herêma Kurdistana Îraqê ye. Ev 40 sal in şere li wê herêmê heye û dewleta Tirkîyê nekarîye PKK'ê jinav bibe.

Şêwaza Nû ya Şer

Jiber ku rojnamevan û sazîyên serbixwe nikarin xwe bigehînin wan heremên ku şer têde rûdidin, rastîya çawanîya rêveçûna şeran ne zelal e û jimareyên rastîn yên kuştî û qurbanîyên her du alîyan ne li bedrest in.

Kêm caran Wezareta Berevanîya Tirkîyê û Hêzên Parastina Gel (HPG) vîdyoyên şer diweşînin lê wêneya zelal ya şer derneketiye. Xelkê wan deveran dibêjin ku pir caran şer bi şevê diqewimin. Lê, raport kuştina sivîlan û şewata deverên fireh yên herêmê piştrast dikin. Gelek gund hatine vala kirin û carcaran xanî bi dronan tên bombebaran kirin.

Her çawa be, tê dîtin ku ku PKK'ê rengekî dronan bi dest xistine û li heman dem teknolojîya dijî dronan bi hêvîya bersînggirtina çekên pêşketî yê artêşa Tirkîyê. Aydar wan nûçeyan dûr naxe.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng3_DS

Rêka Aştîyê bi Şerê Nav Bajarên Tirkîyê Destpê Dike?

Rexnegirên PKK'ê dibêjin ku ev şerên ku sivîl û xwezayê Kurdistanê tê de qûrbanî ne jiber sîyaseta PKKê ku bingeh û baregahên xwe li çîyayên Kurdistana Îraqê binecîh kirine.

Keskîn bawer dike ku divê PKK stratejîya xwe biguherîne û şerê bibe nav bajarên mezinên Tirkîyê heta dewlet jî neçar be were ser rêka aştîyê.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng4_DS

Aydar ku nêzîkî sazîyên ser bi PKK'ê ye bi Keskîn re hevbîr e sebaret danîna fişarê li ser Enqerê, lê dibêje qada şerê HPG'ê bê sînor e.

Your browser doesn’t support HTML5

Deng5_DS

Lê, Enqere weke her caran dibêje ku ew operasyon bi mebesta rêgirtina êrîşên PKK'ê yên di nava erdê Tirkîyê de ye.