Rawêjkarê Erdogan: Tirkiyê Deriyê NATOyê Li Swêd û Fînlandayê Nagire

Peyvdarê serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja şemiyê got Tirkiyê derî li ber Swêd û Fînlanda negirtiye ku tevlî NATOyê dibin lê dixwaze bi wan re danûstandinan bike.

Îbrahîm Kalin, ku di heman demê de rawêjkarê serok yê siyaseta derve ye di hevpeyvînekê de li gel Reuters li Stenbolê got, “Em derî nagirin, lê em balê didin ser vê mijarê ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê.”

Erdogan endamên NATO û her du welatên Swêd û Finlendayê matmayî hiştin dema ku roja Înê got ew naxwazin Fînlandiya û Swêd bibin endam ji ber ku ew "mala gelek rêxistinên terorîst" bûn.

Her welatek ku bixwaze beşdarî NATOyê bibe, pêwîstiya wî bi erêkirina tevahiya endamên NATOyê heye.

Amerîka û endamên din dixwazin helwesta Enqerê di vê derbarê de zelal bibe.

Kalin got, çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji aliyê Tirkiyê û Amerîka û Yekîtiya Ewropî ve weke rêxistineke terorîst tê binavkirin, hebûna wan di berhevkirina dirav û leşkerkirinê de li Ewrûpa "bi hêz û vekirî û tê pejirandin" bi taybetî li Swêd.

Kalin got:

"Tiştê ku divê were kirin eşkere ye: Divê ew rê nedin hebûna dezgeh, çalakî, rêxistin, kes û hwd li wan welatan. "

Jêder: Reuters