Karvedanên Kuştina Serkirdeyê Hizbullah Li Tirkîyê

Hîzbullahê kuştina Serkirdeyê Giştî Hesen Nesrellah piştrast kir. Artêşa Îsraîlê jî duh ragihandibû ku di êrîşa hewayî ya li Beyruta paytaxta Lubnanê Nesrellah hatiye kuştin.

Dema Îsraîlê kuştina Nesrellah dîyar kir, medyaya Tirkîyê bi awayekî hayjixweyî nêzîkî vê daxûyanîyê dibû, lê piştî ku ev hate piştrastkirin tevahîya telvîzyonên Tirkîyê dest bi weşanên zindî kirin.

Di nav medyaya Tirkîyê de herî zêde piştî Hesen Nesrellah dê kî bibe serkirde û helwesta Îranê dê çi bibe tê nîqaşkirin.

Profesor Mahzar Bagli, pisporê siyasetê, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku kuştina Nesrellah dê li Tirkîyê zêde guhartinek çêneke.

“Kuştina Nesrellah li Rojhilatanavîn bandorek veda, lê li gor bawerîya min di nav Tirkîyê de ewqas tesîr wê venede. Ji xwe di her qadê de Tirkîyê van meselan dixwaze bê şer çareser bike û dîplomasîyê jî wisa birêve dibe. Di nav Tirkîyê de jî bi Hîzbullah re têkilîyekî dîtbar û xurt jî tunene.”

Dr. Mazhar Bagli

Bagli radigîhîne ku, piştî kuştina Nesrellah dibe ku di nav Lubnanê de guhartineke mezin pêk were.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vê kuştinê li ser medya civakî daxuyanîyek da, lê Erdogan li ser vê kuştinê ranewestîya û bal kişand ser geşedanên Lubnanê û got:

“Careke din êrîşên nemirovane yên Îsraîlê li dijî Lubnanê şermezar dikim; Rehma Xwedê li hemû birayên me yên Lubnanî yên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane be û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim. Wek Tirkîye emê di van rojên dijwar de piştgiriya gel û hikûmeta Lubnanê bidomînin. Divê em pêşî li belavbûna şer ya li herêmê bigrin.”

Erdogan di rojên berê de jî operasyonên Îsraîlê bi tundî rexne kiribû û gotibû “Rêveberîya Îsraîlê jenosîdeke eşkere dike, mafên mirovan yên bingehîn binpê dike.”

Berî kuştina Nesrellah Wezîrê Derva yê Tirkîyê Hakan Fîdan li ser êrişên Îsraîlê ku li ser Lubnanê pêkanîbû rawestîya bû û ragihandibû ku Îsraîl li Lubnanê êrîşê ku dike pêkane ku bibe sedama krîzeke mezin û li tevahîya herêmê belav be.

Fîdan piştî ku bi Wezîrê Derve yê Lubnanê Abdullah Buhabîb re hevdîtin pêk anîbû jî gotibû: “Êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê nayê qebûlkirin, Îsraîl diwxaze herêmê bikşîne nava kaosê.”

Zanyarê sîyasî Profesor Tevfîk Erdem jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku karvedanên Tirkîyê dê tenê di nav xeta dîplomatîk de bimînin.

Dr. Tevfîk Erdem

“Nesrellah serkirdeyê herî girîng yê Hîzbullahê li Lubnanê ye, lê berîya niha li Lubnanê kesayetîyên girîng yên Hîzbullahê hatibûn qetilkirin; aktorên rexnegir yên din hatin kuştin. Tirkîye ne tenê li Lubnanê, li Gazayê jî tiştên ku diqewimin bertêk nîşan dide. Ev bertêk jî di nav xetên dîplomatîk de ne ku di daxûyanîy Erdogan ya îro de jî em vîya dibînin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyup Demir