Rewşa Opozisyona Tirkîyê û Hilbijartinên Şaredarîyan

Li Tirkîyê hilbijartinên 14ê Gulanê jibo opozîsyonê wek serdemeka têkçûnê tê dîtin. Vê yekê jî hiştiye ku herkes êdî ji niha ve planên hilbijartinên şaredarîyan yên sala bê bikin.

Hilbijêr û endamên van partîyan bi gengeşîyên tundrav rêveberan rexne dikin û hin ji van jî dixwazin ku ew dest ji kar berdin.

Di nav van partîyan de yê ku serî dikişîne Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye.

Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) ya CHP’ê bi tevahî dest ji kar berda û şûna wê rêvebirîyeke nû hate ser kar.

Lê niha gelek endam û rêvebirên dijraber yên CHP’ê dixwazin ku Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî dest ji serokatîyê berde.

Serokê Lêkolîna MAK’ê Mehmet Alî Kulat derbarê man û nemana Kiliçdaroglu ji Dengê Amerîkayê re axivî û got ku ji ber nêzîkbûna hilbijartinên herêmî demeke kurt heye.

Mehmet Ali Kulat

“Birêz Kiliçdaroglu heke dest ji serokatîyê berde pirsgireka hîmî ew e ku wê li şûna wî ve kî/ê were? Heke yê ku bê pêwîst e ku di nav 6 an jî 7 mehan de motîvasyoneke erênî çêke. Lê gelo ev qas dem heye? Bi ya min demeke wiha nîne.”

Kiliçdaroglu, heta niha jî ji kar destberdanê ti rengek dîyar nekirîye. Lê Serokê Şaredarîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu rasterast navê Kiliçdaroglu bilêv neke jî, lê ew daxwaza “guhertinê” dike.

“Hemû opozîsyona Tirkîyê di dema herî lawaz ya desthilatîyê de him di meclîsê de û him jî di hilbijartina serokomarîyê de winda kir. Daxwaza gelê me ya gorankarîyê hebû lê me bersîva wan neda. Pêwîste ku em vê gorankarîyê çêkin,”

Hilbijartinên şaredarîyan wê di meha Adarê 2024’an de were çêkirin. CHP dixwaze berî wê kongreya xwe durist bike û hin guhertinan pêk bîne.

Heman gengeşîyên guhertinê di nav Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Baş de jî berdewam dikin.

Di hilbijartina 2019’an de ev herdu partî jî piştgirî dabûn endamên şaredarîyê yên CHP’ê. Lê li gor daxuyanîyên herdu partîyan jî di hilbijartinên sala bê de hîn ne dîyar e ku gelo ewê dîsa piştgirîyê bidin CHP’ê an ne.

Rayedarên HDP’ê radigîhînin ku ewê di vê hilbijartinê de bi endamên xwe beşdarî hilbijartinên şaredarîyê bibin.

Ji ber Cejna Qurbanê, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê bû. Buldan li wir hilbijartinên şaredarîyê nîrxand û got, “Li hemû bajarên mezin emê bi endamê xwe beşdarî hilbijartinê bibin.”

Partîyên ku di nav Mêza Şeşqolî de cî digirtin wê di vê hilbijartinê de çi bikin ev yek jî dîyar nîne.

Partîya Baş her çiqas tiştekî vebir nebêje jî, lê helwesta wan li gor berê ewqas zelal nîne.

Serokê Kompanyaya Lêkolîna Optîmar Hîlmî Daşdemîr ji Dengê Amerîkayê re helwesta van partîyan şîrove kir.

Hîlmî Daşdemir

“Her çiqas ji hev cudabûnek dîyar bibe jî ev partîyana pêdivî bi hev û din dibînin. Fînansorê Partîya Baş herî zêde şaredarîyên CHP’ê ne. Bi taybet li gel Serokê Şaredarîya Stenbolê Ekrem Îmamoglu û yê Enqerê Mansûr Yavaş hevkarîyeke nêz heye. Jibo vî jî ewê nikaribin ji hev û din dest berdin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyup Demir