Di destpêkirina Şerê Îsraîl û Hemasê de televîzyon û rojnameyên Tirkîyê ji 7’ê Cotmehê ve, bi tevahî helwesta Îsraîlê bi tundî rexne dikin.
Li gor pêzanînên rêxistinên çapemenîyê li Tirkîyê ji sedî 80 an jî 90 çapemenî di bin kontrola desthilatîyê de tê dîyarkirin.
Rojnamevan Kemal Avci, gava helwesta çapemenîya Tirkîyê ji Dengê Amerîkayê re rave dike, radigihîne ku hemû çapemenî bûye yek dengî û bi yekalî nêzîkî Şerê Îsraîl û Hemasê dibe.
“Li Tirkîyê, ji ber poltîtikayên hikûmetê, li hemberî Îsraîlê dijberî gelek xurt bûye. Piranîya medya Tirkîyê nêzîkî hikûmetê ye û vê dijberîyê jî gurtir dike. Tiştê balkêş ew e ku medyaya opozîsyonê di her warî de dijî medya hikûmetê ye, lê di vî warî de em dibînin ku ew jî dijî Îsraîlê derdikevin û piştgirîya Filîstînê dikin”, Avci got.
Di nav medya Tirkîyê de, desthilatî Ajansa Anatolîyê (AA), Hurrîyet, Mîllîyet, Yenî Şafak, Sabah, Akşam, Turkîye, Akît, Turkgun û bi dehan rojnameyên din raste rast birêva dibe.
A TV, CNN Turk, Tv 24, TGRT, Ulke Tv, Haber Global, Tv 100, Bengî Turk, Akît Tv, TRT û bi dehan televîzyonên din jî yekser sîyaseta desthilatîyê diparêzîn.
Di hemû weşanên van televîzyonan û rojnameyan de êrîşên Hemasê ti gav nayên rexnekirin, lê di her weşanên wan de Îsraîl tê tawanbarkirin.
Wek Haber Turk, N Tv, Halk Tv, Sozcu Tv û hin televîzyonên din serbixwe an jî opozîsyon dîyar bibin jî lê ew jî di weşanên xwe de wek televîzyonên desthilatîyê nêzîk dibin û zêdetir rexnê wan li ser Îsraîlê ne.
Wek nimûne bes di roja 6’emîn ya şerê Îsraîl û Hemasê de, rojnameyên ku li Tirkîyê herî zêde tên xwendin, ku vana nêzîkî hikûmetê ne, sernivîs cuda bikaranîn. Di Hurîyet’ê de “Îsraîl Bila Wek Rêxistinê Tevnegere”, Yenî Şafak “Eva Ne Şer E, Komkujî Ye”, Mîllîyet “Navê Vê Komkujî Ye”, Akît “Rojava, Hevkarê Komkujîyê Ye”, Yenî Soz “Îsraîl Wek Harbûyî Êrîş Dike”, Akşam “Exlaqê Şer Jî Heye”.
Rojname û televîzyonên ku nêzîkî opozîsyonêne jî piraniya wan di vî warî de wek çapemenîyên desthilatîyê nêzîk dibin. Rojnameyên Cumhurîyet, Sozcu, Birgun, Karar, Millî Gazete, Aydinlik û hin rojnameyên din.
Cumhurîyet “Sîvîl Dimirin”, Sozcu “Karê Keştîya Balefirên Amerîkayê Li Derya Spî Çî Ye”, Karar “Du Mîlyon Kes Li Benda Mirinê Ne”, Bîrgun “Bi Çekên Fosfor Mirinê Dibarînin”, Mîllî Gazete “Armanca BOB’ê A Dawî Tirkîye Ye”, Aydinlik “Amerîka û Îsraîl Tenê Ne Dinya 1967 Dixwaze”.
Rojnamevanê serbest Neşat Gundogdu, demeke dirêj xebat li ser perwerdeha ewlekarî û disiplîna têkilîyên navnetewî kirîye û di gelek televîzyon, rojname û govaran de jî nêrînê xwe parvedike. Li ser Şerê Îsraîl û Hemasê Gundogdu helwesta çapemenîya Tirkîyê ji Dengê Amerîkayê re wiha rave dike:
“Nêrîna civakê bêtir nêzîkî Fîlîstînê ye. Ya desthilatîyê jî himan tişte. Lê piranîya medyayê jî li gorî vî pozîsyon digre. Lê ev rewş li gor qisedanên Serokomar Erdogan jî negorîyaye. Jibo ku pirsgirêka Fîlîstînê di nav civak û AK Partîyê de ji hundir e û bi dil û can nêzîk dibin. Li ber vî jî medyaya Tirkîyê li gor van şikil digre û bi yek alî nêzîk dibe.”
Gundogdu, medyaya opozîsyonê ji ya desthilatîyê cuda dike. Ew radigîhîne, yên ku ne di bin kontrola desthilatîyê de ne, ew bi şiklekî nijadperest nêzîk van bûyeran dibin. Gundogdu balê dikşîne ser genqeşîyên Îsraîl û Filistîniyan:
“Êdî li ser medyaya Tirkîyê tiştên cuda jî tên qisekirin. Berê kesî behsa firotina axa Filistînê nedikir. Lê îro dibêjin ku Filistînîyan axa xwe firotîye û çûne bi wan peran kêf kirine. Îro medya van qise dike. Ev tiştekî gelek ecêb e. Ev jî wek şaşiyêm Filistînîyan tên qisekirin û bivê nevê li ser xelkê Tirkîyê bandor vedide.”
Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkîyê jî roja Çarşemîyê li ser Şerê Îsraîl û Hemasê di bin serokatîya Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş ve civîya. Piştî civînê ji alîyê 6 partîyan ve; AKP, CHP, YSP, MHP, Partîya Baş û Partîya Saddetê daxuyaniyeke havbeş weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate nivîsîn:
“Di nav pozberîya navbera Filistîn û Îsraîlê de gelek sîvîl dimirin. Bingehên sivîl tê armanckirin û pêdivîyên sîvîl yê xwezayî tên astengkirin û ev jî wîcdanan birîndar dike. Pêkane ku ev krîz biperike hin herêmên din. Ev yek jî wê gefan li ser ewlekarû û aramîyê bi awayekî cidî pêk bîne… Jibo qeyraneke mezin çênebe em bangî hemû aliyan dikin ku bi awayekî aşitî, ewlekarî, û aramî nêzîkî vê yekê bibin.”
Your browser doesn’t support HTML5