Tirkîyê Vedigere Plana Parastina Lîreyê Li Hember Pereyên Biyanî

Banka Navendî ya Tirkîyê roja Yekşemê dest bi paşvekişandina planeke mezin û biha kir, ku spartina lîreyê bo bankê ji daketina nirxên pereyên biyanî diparêze, gaveke ku siyasetên bêhtir kilasîk nîşan dide, piştî guhestina ber bi bilindkirina rêjeya faîzê de.

Banka navendî got ew armancên ku li ser bankan hatibûn sepandin ji bo veguhestina bi pereyên biyanî, hatin guhertin bo plana parastina lîreyê, ku bi navê KKM tê zanîn.

Banka navendî niha ji qerzdaran dixwaze ku armanceke nû destnîşan bikin ku hesabên KKM veguherînin nav hesabên normal yên lîreyê, bi rêya rêgirtina li kompanî û kesan ji nûkirina hesabên KKMê.

Hikûmeta serok Recep Tayyîp Erdogan sala 2021ê dest bi plana KKMê kir da ku rê li şikestineke dîrokî ya lîreyê bigire, ji ber hewildana wî ya nûjen ya kêmkirina rêjeyên faîzê, tevî bilindbûna helawsanê anko înflasyonê.

Hesabên KKMê ji wê demê ve gihîştine 117 mîlyar dolarî, ango 3,1 trîlyon lîre, ku dora çaryeka tevaya spartina pereyan bo bankê ye. Ev yek bû hokar ku di du salên dawî de nirxê lîreyê 68% dakeve.

Ji bo lêçûnên daxistina nirxê KKMê, banka navendî di meha Hezîran û Tîrmehê de, ku lîre dîsa daket, 300 mîlyar lîre (11 mîlyar dolar) da. Lêçûnên vê mehê 350 milyar lîre hatin texmînkirin.

Lîre hefteya borî li hember dolar bû 27,02, ku di asta herî kêm ya her demekê ye.

Banka navendî got ku tevgera KKM dê "bi piştgirîkirina spartina lîreyê bo bankê aramiya darayî bicih bîne" û soza gavên bêhtir yên weha da.

Çavkanî: Reuters