Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya doh de careke din gef li ser çekdarên Kurdên Sûrîyê xwarin û got, “An ewê çekên xwe têxin bin axê, an jî ewê bi çekên xwe re werin binaxkirin.”
Di van rojan de heman gotin ji alîyê rayedarên Tirkîyê ve jî têne dubarekirin û tê xwestin ku YPGê bila dest ji çekan berde.
Li hemberî van gefên rayedaran, Kurdên ku li Tirkîyê dijîn bertek nîşan didin û ew dixwazin ku di Sûrîya nû de Kurd bibin xwedî mafên xwe û di rêveberîya nû de jî cî bigirin.
Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolîtîk (SAMER) herî dawî lêkolîneke taybet li ser Kurdên ku li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Amed, Riha, Mêrdîn, Batman, Dersim û Wanê dijîn pêk anî.
Li gor encama vê lêkolînê, bala Kurdan herî zêde li ser geşedanên Sûrîyê ye û ew ji sedî 92.4 dixwazin ku Kurdên Rojava tevlî rêveberîya nû ya Sûrîyê bibin.
Rêvebira Navenda Lêkolînên Qada Sosyopolîtîk (SAMER) Yuksel Genç ji Dengê Amerîka re rewşa dawî ya Sûrîyê û nêrîna Kurdên ku li herêma Kurdan û Tirkîyê dijîn nirxand.
“Li gor raportê daxwazên sereke yên Kurdan parastina avaniya xweser a ku li ser xeta Rojava û Bakurê Sûrîyê hatiye avakirin e. Piranîya Kurdên li Tirkîyê dijîn piştgirîya siyaseta niha ya Tirkîyê ya li Sûriyê nakin. Li gorî daneyan, rêjeya kesên ku têkiliyên niha yên Tirkîyê bi Sûrîyê re ye ji sedî 79.8 neyînî dibînin. Ango ji 5 kesan çar kes dixwazin Tirkîyê destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûrîyê neke û tenê di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk de tevbigere.”
Genç radigînîne daxuyanîyên rayedarên Tirkîyê yên li ser Kurdên Rojava li ser Kurdên ku li Tirkîyê dijîn jî bandoreke neyînî vedide.
Li gor lêkolînê, dema ku ji Kurdan hat pirsîn “Divê di sîstema nû de Kudên Rojava roleke çawa bigirin?”
Ji sedî 23.6 dixwazin ku xweserîya demokratîk were îlankirin, ji sedî 11.6 dibêjin federasyon û ji sedî 6.7 jî dibêjin bila yekser di nav sîstema nû de cî bigrin yê mayî jî tiştekî dîyar nakin.
Di raportê de rexneyên li ser polîtîkaya Tirkîyê ya Sûrîyê bal dikşîne. Ji sedî 78,8 sîyaseta niha ya Tirkîyê bi neyînî dinirxînin. Ji sedî 59.3 dîyar dikin ku divê Tirkîyê destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûrîyê neke.
Li gor lêkolînê sîstema ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) li Surîyê saz dike Kurd wek sistemeke şerîatê dîyar dikin. Li gel vê yeke ji sedî 84.6 bawer nakin ku HTŞ wê rewşeke aram pêk bîne.
Hêjayî dîyarkirinê ye ku Serokomarê Tirkîyê Erdogan îro jî li Rîzeyê di Kongreya AKP’ê ya 8’emîn ya Bajarê Rîzêde axivî û heman gefên xwe li ser Kurdên Rojava car din dubare kirin.
Your browser doesn’t support HTML5