Şanda Îmraliyê ya DEM Partî’yê serdanên xwe bi partîyên sîyasî ku di parlementoyê de ne re bi dawî anîn.
Roja Şemîyê dê serdana Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û roja Yekşemê jî serdana Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag bike. Piştî van serdanan ku dê peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bên nirxandin û pêşniyar bên kirin, dê serdana duyemîn a Îmraliyê bê kirin.
Ev pêvajo ji alîyê partîyên Kurd ve jî ji nêz ve tên şopandin. Heta niha Şanda Îmraliyê li gel ti partîyên Kurd hevdîtin pêk neanîne.
Şanda Îmraliyê li gel Partîya Doza Azad (Hud-Par), ku partiyeke di parlementoyê de ye jî, hevdîtin çênekir.
Partîyên Kurd ku ne di parlementoyê de ne jî, gazincan dikin û ew radigihînin ku heke li ser pirsgirêka Kurd tê xwastin ku çareserîyek bê kirin, pêdivîye ku mutabaqateke bi giştî di nav civakê de were damezirandin.
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) Mustefa Ozçelîk ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku ji alîyê şanda DEM Partî ve ji wan re ti daxwaznameyeke hevdîtinê nehatîye.
“Heta niha heyeta DEM Partîyê ti daxwazek ji me nekir. Helbet derîyê me vekirîye, heke bixwazin partîya me bibinîn emê jî nêrînên xwe ji wan re vebêjin. Ji bo çekberdana PKK em van hemû geşedana girîng dibînin. Lê divê DEM Partî bizanibe ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka partîyekê ye, yan pirsgirêka şexsekî ye,” Ozçelîk got.
Ozçelik, li ser rewşa Tirkîyê ya dawî jî rawestîya. Li gor wî Tirkîyê di van deman de di nav tengasîyeke pir mezin de ye, ji ber vê jî ji bo ku zêdetirîn destkefîyan bi dest bixe van rêyan diceribîne.
“Tirkîyê ji ber geşedanên dawî ketîye tengasîyekê û armanca wî de jî Rojavayê Kurdistan heye. Dixwaze ku di vê derê de zêde destkefîyan bigire, ji ber vî jî ve pêvajoyê dimeşîne. Lê Kurd lazime di vî warî de ji xwe haydar bin. Li Kurdistanê her tişt pir zelal e, divê îro ENKSê, PYDê û partîyên Kurd yên din li ser bernameyeke neteweyî pêwendîyên xwe xurt bikin û li gel Amerîka, Îsraîl, Brîtanya, Fransa û welatên Rojava pêwendî deynin, ne tenî li gel Şamê,” wî got.
Serokê Partîya Azadî û Mafan (Hak-Par) Duzgun Kaplan jî di vî warî de raman û hestê xwe bi Dengê Amerîka re parvekir. Kaplan radigihîne ku ew piştgirî didin destberdana çekan, lê ew pirsgirêka Kurd di qadeke din da dibînin.
“Ji bo ku fikrê me were girtin, heta niha têkilyekî DEM Partî li gel me çênebûye. Lê di bin serdana DEM Partî de dest ji çekan berdan cî digire. Her çi be jî em piştgirîyê didin vê hewildanê. Ji xwe bikaranîna çekan ji Kurdan re feyde nayne. Ew zirarê dide. Di van hevdîtinan de li ser mesela Kurd tiştekî nû tuneye. Ji xwe kes di vî warî de tiştekê jî nabêje. Heke ji me bihata pirsîn meyê jî li ser mesela Kurd nêrîna xwe bigota,” Kaplan got.
Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîs a Kurdistan (PSK) Bayram Bozyel jî ji Dengê Amerîka re ragihand ku di nav van hevdîtina de çareserkirina pirsgirêka Kurd cî nagire.
“Di vê pêvajoyê de çareserkirina pirsgirêka Kurd tuneye. Ev ne ji devê Bahçelî, ne jî ji devê Erdogan derdikeve. Ew tenê behsa destberdana PKK ya çekan û safîkirina terorê dikin. Di daxuyaniya Ocalan de jî mesela Kurd cî nagire, tiştê glover û giştî hene. A rastî dewlet dixwaze ku li vê derê bandorê li ser Rojava bike û li vê derê li gor xwe dîzayneke pêk bîne. Pêdivîye ku Kurd di vî warî de hişyar bin û xwedî li Rojava derkevin,” Bozyel got.
Your browser doesn’t support HTML5