Hilbijartinên 2024an û Qeyrana Destnîşankirina Qeyûman Li Tirkîyê

Li gorî daneyên Wezareta Darayî û Xezîneyê ya dawîya sala 2023an, li Tirkîyê şaredarîyên ku herî zêde deyndar in, şaredarîyên ku ji alîyê Partîya Dad û Pêşketinê (AKP) ve qeyûm lê hatine tayînkirin in.

Rayedarên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî carinan ragihandin ku bi destê qayûman şaredarîyên Kurdan yek bi yek hatine şêlandin.

Li gor raporta Navenda Lêkolînê û Ramanê ya Spectrum House’ê jî Kurd van qayûman jibo xwe wek binpêkirina mafên hilbijartinê dîyar dikin.

Di 31ê Adara vê salê de wê hilbijartinên bajarvanîyê pêk werin.

Pirsa girîng ew e ku gelo di hilbijartinê 2019an de li ser şaredarîyên Kurdan çi pêk hatibû û di hilbijartinê bê de jî wê şaredarîyên Kurdan rastî çi werin?

Di 31ê Adara 2019an de dema hilbijartinên şaredarîyê hate çêkirin, HDP/DEM Partî 3 bajarên mezin, 5 bajar normal, 50 navçe û li 11 şaredariyan, ango bi tevahî 65 şaredarî qezenc kirin.

Di 19ê Gelawêjê 2019an de û paşê jî gav bi gav li ser 48 şaredarîyên HDP/DEM Partî’yê ve qeyûm hate destnîşankirin.

Li gor raporta Spectrum House’ê ku li 16 bajarên Kurdan; Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Cûlemêrg, Agirî, Semsûr, Batman, Qers, Şirnax, Mûş, Bitlîs, Erzirom, Çewlik, Sêrt û Dersimê pêk hatîye, Kurd vê yekê qebûl nakin û dijî qeyûman derdikevin.

Azad Bariş

Serokê Spectrum House’ê Azad Bariş ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku destnîşankirin qeyûman di nav sîstema Tirkîyê de bi awayekî sîstematîk hatîye sazkirin û Bariş lêkolîna ku li ser qeyûman kirine jî wiha nîrxand:

“Di destpêka dîroka Tirkîyê de heta niha şiklê wan bigore jî li ser Kurdan qeyûm hatîye destnîşankirin. Di nav rêveberîya Tirkîyê de ev êdî bûye tiştekî sîstematîk. Bi awayekî dîtbar jî di sala 2015an de li ser şaredarîyên HDP/DBP’ê qayûm hatin destnîşankirin. Lê ev ti gav dawî nebûn di sala 2019an de jî hima hima li ser tevahîya şaredarîyên HDP an jî DEM Partîyê qayûm pêk hatin. Di lêkolînê me de jî dîyar dibe ku gel Kurd ji vê yekê gelek ne razî ye û vîya napejirîne.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku di raportê de tê ragihandin ku destnîşankirina qeyûman li ser hilbijêrê Kurd bandoreke gelek neyînî pêk anîye.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demîr