Operasyonên Dijî Alîgirên PKKê û Hilbijartinên Şaredarîyê Li Tirkiyê

Ankara

Wezareta Navxweyî di rojên borî de ragihand ku li 18 bajaran, li ser rêxistinên Partîya Karkerên Kurdistan û Koma Civakên Kurdistan (PKK/KCK) operasyoneke hevdem hatîye çêkirin û 98 gumanbar hatine girtin.

Tirkîyê niha di pêvajoya hilbijartinê de ye, û di 31’ê Adara 2024’an de, dê gel biçe ser sindoqan û dengê xwe bide.

Rêxistinên Kurd berî hilbijartinên şaredarîyê pêkanîna van operasyonan bi rengekî nehiqûqî dîyar dikin û tevahîya vana jî bi rengekî sîyasî şanî didin.

Li Tirkîyê bi giştî 405 girtîgehên cezayê hene. Li gorî daneyên Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (HEDEP), di nav van girtîgehan de bêtirî 10 hezar kes endam, rêveber û sîyasetmedarên Kurd hatine zindankirin.

HEDEP radigîhine ku desthilatî li hemberî sîyaseta Kurd xwe lawaz dibîne û bi awayekî sîyasî jî neşê têkbikoşe, ji ber vê jî dixwaze Kurdan bi van operasyonan biçewsîne.

Alîkarê Hevserokê Giştî û Berpirsê Hiqûqê yê HEDEP’ê hiqûqnas Ozturk Turkdogan, ev operasyon û di vê operasyonê de armanca desthilatîyê çî ye ji Dengê Amerîkayê re rave kir.

Turkdogan radigîhîne ku, dewlet bi van operasyonan dixwaze pêşî li daxwazên Kurdan bigre û wan di her qadî de bêdeng bihêle û mafên Kurdan krîmînalîze bike.

“Kurd êdî mafên xwe yê xwezayî daxwaz dikin. Jibo vî jî berî her tiştî dixwazin ku tecrîda ser girtîgeha Îmralîyê were rakirin. Di 18 Mijdarê de meşek ji alîyê gemlîkê ve hate çêkirin bi sedan kes hatin binçakirin. Di nav vanan de hin kes jî hatin girtin. Dema Kurd mafên xwe yê sîyasî daxwaz dikin desthilatî yekser ewan krîmînalîze dike.”

Ev hemû operasyon di bin koordînasyona Rêvebiriya Giştî ya Ewlehîyê ya Beşa Dijî Terorê de tê çêkirin. Li gor Wezareta Navxweyî jî yên ku hatine girtin û binçavkirin têkîlîyê wan bi terorê re nişan didin.

Rêxistinên mafên mirovan jî amaje dikin ku têkilîya terorê li gor qanûna Tirkîyê bi şêwazekî ne dîyar e û li ber vî jî dewlet her kî/ê bike binçav dikare ku vê têkilîyê çêbike.

Ozturk Turkdogan jî radigîhîne ku Wezareta Navxweyî Qanûna Dijî Têkoşîna Terorê bi awayekî xirab bikar tîne. Turkdogan, hemû van operasyona bi nêzîkbûna hilbijartinê ve girê dide û wiha dibêje.

Ozturk Turkdogan

“Hilbijartin gava nêzîk dibe di polîtîkayên desthilatîyê de jî tundîya ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Di dema HDP û YSP’ê de çewsandinê ku hebûn ana dixwazin ku li ser HEDEP’ê jî bidomînin. Li vê derê Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê pêk tînin, lê a rastî vê qanûnê bi fikara gelek xirab bikar tînin. Em dizanin ku gelek kes ti gav neketîye nav têkoşîna tundîyê, lê ana ew bi vî têne sucdarkirin û rastî operasyonan tên.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku Wezrîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku heta 1 Mijdara 2023’yan li ser PKK bi giştî 19 hezar û 756 operasyon hatine çêkirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demir