Rapirsî: Hilbijêrên Kurd Li Tirkîyê Rêkeftinên Zelal Dixwazin

Navenda Raman û Lêkolînê ya Spectrum House ji bo nirxandina nêrîna dengdêrên Kurd yên li ser îtifaqa sîyasî lêkolînek berfireh kir. Di rapirsîyekê de hate eşkerekirin ku hilbijêrên Kurd îtîfaqeke zelal dixwazin.

Di lêkolîna ku di navbera 4-23 Îlona 2024’an de li 13 parêzgehan hat kirin, 1610 kesên ji 18 salî mezintir, ku xwe wek Kurd didin nasîn, beşdar bûn.

Lêkolîn li herêma Kurdan Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Çewlik, Qers, Dîlok, Colemêrg û li bajarên Tirkîyê ku hejmarê Kurdan zêde ye, wek Stenbol, Enqere, Îzmîr û Mêrsînê hate çêkirin.

Koordînatorê Giştî yê Spectrum House Zekî Gurur ji Dengê Amerîka re ev raport nirxand û got:

“Di vê raportê de armanca me ew bû ku nerîna Kurdan li ser îtifaqan çi ye, em bi dest bixin. Lê me dît ku Kurd ji îtifaqan re vekirîne, yên ku bixwazin pirsgirêka Kurd çereser bikin, çi CHP, çi AKP ferq nake, ew dixwazin îtifaq bi partîyên ku dixwazin pirsgirêka Kurd çereser bikin re pêk binîn. Lê li vê derê tiştekî din jî pir girînge ku ew jî zelalbûna îtifaqan e.”

Di lêkolînê de, di derbarê hevpeymanan de, encamên balkêş derketin. Ji sedî 25.8 beşdaran diyar kir ku ew piştgiriyê didin DEM Partî ku nûnerê dawî yê siyaseta Kurd e, ku îtifaqê pêk bîne. Di vê derê de hat destnîşankirin ku ev piştgirî bi şertê “diyaloga zelal û vekirî” dikare bê dayîn. Ji sedî 23.2an jî diyar kir ku ji bo îtifaqê şert û mercê çereseriya pirsgirêka Kurd girîng e.

Zekî Gurur

Li gorî lêkolînê, dema ku dengdêrên li parêzgehên Kurdan, bi awayekî rasterast hevbendiya DEM Partî dikin, ew îtifaqan bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girê didin, lê beşdarên ku li parêzgehên rojava dijîn, pirsgirêka Kurd wek şertek pêşeke nabînin.

Li gor lêkolînê gelo divê siyaseta Kurd bi kê re îtifaqê bike?

Ji sedî 38.2 beşdarên rapirsîyê, piştgiriya hevpeymaniya DEM Partî û CHP’ê dikin. Ji sedî 30.1 dibêjin bi ti partîyan re ti hevpeyman çênebe. Ji sedî 10.9 piştgirî didin hevpeymaneke DEM Partî bi AKP’ê re.

Yên ku deng dane CHP’ê, ji sedî 42.9 îtifaqa CHP’ê û DEM Partî erê dikin, yên ku deng dane AKP’ê jî ji sedî 29.1 piştgirî didin îtifaqa AKP û DEM Partî.

Ji sedî 56 beşdarvan diyar dikin ku di hilbjartinên bê de CHP û DEM Partî bi hev re tevbigerin erênî dibînin. Ji sedî 34.5 vê îtifaqê neyinî dinirxînin.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku di vê lêkolînê de Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê ji alîyê Kurdan ve nehatîye ecibandin. Zekî Gurur jî sedema vî wiha radigîhîne:

“Di vê raportê de Kurd Sîstema Hikûmetê ya Serokomarîyê wek sîstemeke dijî demokrasîyê û sîstemeke otorîterîzmê dibinin. A rastî li Tirkîyê li ser Kurdan ji xwe nêrîneke neyînî heye û vê sîstemê jî ev yek zêdetir kirîye û bandoreke zêde xirab li ser Kurdan daye. Di vê raportê de em vê yekê jî gelek zelal dibînin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyûp Demir