Pirtûka Doktor Jîjo Hewl Dide Tirsa Zarokan Ji Doktoran Jinav Bibe

Doctor jijo

Zarok her gav doktaran wek kesên ku jê bitirsin dibînin. Nivîskar Sîya Sîtav jî ji ber ku vê nêrîna çewt vegerîne jibo zarokan bi zimanê Kurdî bi navê “Doktor Jîjo” du pirtûk nivîsîn.

Nivîskar Sîtav, di van pirtûkan de li ser xeta zanistî him ji wêje û him jî ji pedegojîyê sûdeke mezin werdigire. Lê henek û kêfxweşî jî rengê vê pirtûkê germ dike û bi zarokan dide hezkirin.

Li gor Sîtav di nav civakê de, zarok li hemberî doktoran gelekî çewt têne perwerdekirin.

“Dema zarokek tiştek bike yekser bi tirsîna doktoran têne kontrolkirin. Lê her zarok nexweş dikeve û pêdivîye ku biçe doctor, ji ber vê perwerdeya şaş zarok nexweşbin jî ditirsin biçin doktor. Armanca nivîsana Doktor Jîjo jî ew e ku em vê tirsê ji holê rakin.”

Pêkhatina çîroka Doktor Jîjo jî gelek balkêş e. Nivîskar Sîya Sîtav berî nivîsînê ev çîrokan pêşî ji bo zarokên xwe dike. Lê dema li ser vê wext derbasdibe, ew ev car jî çîrokan jibo hemû zarokan dinivîse û dike pirtûk.

Sîya Sîtav

Di nivîsa van pirtûkan de armanceke din jî ew e ku zimanê Kurdî bi zarokan bide hezkirin. Sîtav vê yekê wiha tîne ziman:

“Pêdivîye ku em bi xemsarî li zimanê Kurdî nenêrin û Kurdî fêrî zarokên xwe bikin. Min li ber vî jî ev pirtûk bi Kurdî nivîsî. Divê ku zarokên me him Kurdî bixwînin him jî jê kêf bigrin û zimanê Kurdî fêr bibin. Pêşî ez hinekê bi fikar bûm, lê min dît ku zarokan jê hez kir û jê kêf girtin.”

Di nav pirtûkên ku Sîtav dinivîse de tenê nivîs nîne, tê de wêne jî hene. Sîtav radigihîne ku di nivîs û weşana pirtûkê de ti astengîyê nakşîne lê di dema wênekirinê de rastî astengîyan tê.

“Wêjeya Kurdî dewlemende, dema çîrokeke dinivîsînim rastî kêşeyekê nayêm. Weşanxaneyên Kurd jî bi awayekî asan pirtûkên min diweşînin. Lê dema dixwazim wêneyan bidim çêkirin, çiroka min hez dikin, dibêjin emê xêz bikin, lê dema dibêjim çîrok Kurdî ne yekser xwe jê dûr dixin. An ditirsin an jî bi hestekî netewperestî temaşe dikin.”

Sîya Sîtav Kî Ye?

Sîya Sîtav demeke dirêj mamostatîya zimanê Kurdî kirîye û lîsansa bilind li ser zimanê Kurdî pêkanîye. Niha bi awayekî fermî mamostatîya xwe didomîne. Ew bêtir li ser çîrok û pedegojîya zarokan xebatên xwe berdewam dike. “Heyvîn Çima Ranazê?”, “Doktar Jîjo-1”, “Doktor Jîjo-2” li ser bingeha van ramanan hatine nivîsîn. Ew demeke dirêje ku li ser wêjeya zarokan xebatê xwe didomîne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demîr