Parêzerên Doza ‘Bûyerên Kobanîyê’ Li Îstenbulê Daxuyanîyekê Didin

Endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), berîya runiştîna 5’an ya doza ‘Bûyerên Kobanê’ ya 18’ê Cotmeh’ê li taxa Beyoglu ya Îstenbul’ê daxuyanîyekî dan.

Di daxuyanîyê de parêzeran destnîşan kir ku tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) muwekîlên wan nehatine berdan û parêzeran destnîşan kirin ku bernedan nîşan dide ku pêvajo ji roja pêşîn heta niha ne hiqûqî, bi temamî sîyasî didome.

Yek ji parêzerên doza ‘Bûyerên Kobanê’ Ramazan Demîr dibêje ku ECHR di biryara xwe de dîyar kiribû ku guhartina hin madeyên makezagona Tirkîyê, bi zanebûn û bi awayekî sîyasî jiber opozîsyon hedef were girtin hatibûn guhartin.

Wî got:

“Biryara ECHR’ê dide nîşan ku hem girtin hem jî ji holê rakirina parêzbendîya hin parlementerên HDP’ê jiber tepisandina sîyaseta HDP’ê ye. Bi vê yekê dixwazin ku HDP were krimînalîze kirin û zextên li ser wê were zêdetir kirin û bi vê yekê dixwazin bingeha girtina HDP’ê jî çêbikin.”

Parêzer Demîr di berdewamîya axaftina xwe de jî anî ziman ku ECHR’ê dê di mehên pêş de hin biryarên tundtir jî dijî Tirkîyê bistîne.

Hêjayî gotinê ye ku doza bi navê “Bûyerên Kobanê” bi îdiaya beşdarbûn û rêxistinkirina xwepêşandanên dema rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) di sala 2014'an de erîşê bajarê Kobanê ya piranîya wan Kurdên Sûrî ne kir, hatiye vekirin ku wî demî 37 kesan jîyana xwe ji dest dabûn.

Di vê dozê de 108 rêvebirên HDP’ê weke gûmanbar ji 29 sucên cûda, 28 caran bi cezayê heta hetayê têne darizandin.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Mem Botanî