Du rojnamevanên, ku bi binpêkirina qanûna nepenîyên dewleta Tirkîyê hatibûn tawanbar kirin, careke din vegerîyan zindanê piştî ku doza wan ya pêdaçûnê serneket.
Dadgeha Stenbolê di Îlona 2020'an de Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Murat Agirel bi çar sal û heşt meh di zindanê de ceza kir, ser tawanên binpêkirina qanûna Ajansa Îstixbarata Tirkîyê (MIT).
Dadgehê paşê ser heman tawanan cezayê sê sal û neh meh zindankirina li sernivîskarê Oda TV Bariş Pehlîvan û peyamnêr Hulya Kilinç birî.
Di raporteke xwe de, van rojnamevanan gotibû ku efserekî îstixbarata Tirkîyê li Lîbyayê hatibû kuştin piştî ku Enqerê piştgirî dabû hikûmeta li Terablusê ku Neteweyên Yekbûyî pişta wê digire.
Agirel û Pehlîvan îro Sêşemê vegera xwe ya zindanê ser Twitter’ê piştrast kir.
Li gor raportên medyaya xwecihî, biryara cezayê herdu rojnamevanan hefteya borî hatibû dayîn.
Rêxistinên navnetewî yên berevanîya mafên rojnamevanan hergav Tirkîyê bi girtina rojnamevanan û kontrolkirina azadîya ragihandinê rexne dikin.
Gelek rojnamevanên Kurd jî di salên dawî de ji alîyê hikûmetê ve hatine girtin û darizandin.
Li gor raporta sala 2021'ê de ya rêxistina Peyamnêrên Bê Sînor (RSF), ku bingeha wê li Parîsê ye, Tirkîyê ser asta azadîya rojnamegerîyê di rêza 153’ê de hat ji eslê 180 welatan.