Raport: Tirkîyê Di Warê Zindankirina Rojnamevanan De Di Rêza 9an De Ye

Li gor raporta Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya sala 2023’yan Tirkîyê di warê zindankirina rojnamevanan de di rêza 9an de ye.

Li gor vê raportê, li Tirkîyê piranîya girtîyên rojnamevan Kurd in.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Rojnamevanan Ya Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan, sedama zindankirina rojnamevanên Kurd ji Dengê Amerîkayê re wiha şîrove kir:

“Li Tirkîyê zindankirina rojnamevanan wek pirsgirêka sereke ye. Di sala 2022-2023’yan de, zêdetirî 30 rojnamevan hatin zindankirin. Dikarim bêjim ku piranîya wan jî rojnamevanên Kurd bûn. Hevseroka me Dîcle Miftîoglu jî di nav wan de bû, ew hê jî di girtîgehê de ye. Wisa xuya dibe ku ev kêşe li Tirkîyê di sala 2024’an de jî wê berdewam bike. CPJ jî vê yekê piştrast dike.”

Serdar Altan

Di raporta CPJ de tê dîyarkirin ku li tevahîya dinyayê 320 rojnamevan hatine zindankirin.

Di nav wan de Çîn 44, Myanmar 43, Belarus 28, Rusya 22, Vietnam 19, Îran 17, Îsraîl 17, Eritrya 16, Tirkîyê 13, Misir 13, û Erebîstana Siûdî 10.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) Gokhan Durmuş, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku hejmarê ku di destê wan de ye li gor CPJ’yê zêdetir e.

Gokhan Durmuş

“Li gor daneyên me ana di girîgehan de 14 rojnamevan hene. Di navbera daneyên me û yên CPJ de 1 ferq heye. Lê di sala borî de bêtirî 100 rojnamevan li Tirkîyê di girtîgehan de bû. Hin ji wan demeke raketin û derketin, lê hin ji van hê jî di girtîgehê de ne. Gava em li sala borî temaşe dikin Tirkîyê rêza xwe ya serekî diparêze.”

CPJ û TGS radigînînin ku sedema girtina rojnamevanan ew e raport û nûçeyên rexneyî ne. Li gor Gokhan Durmuş, desthilatîya Tirkîyê bi van girtinan dixwaze ku çavên rojnamevanan bitirsîne û wan bimelisîne.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, di raporta CPJ’yê de tê tomarkirin ku li tevahîya dinyayê 273 rojnamevanên mêr, 47 rojnamevanên jin ana zindankirî ne.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demîr