Li Tirkîyê Rêxistinên Sivîl û Partîyên Sîyasî Mirina Penaberan Protesto Kir

Istanbul protests

15 sazî û rêxistinên civaka sivîl û partîyên sîyasî jibo 19 penaberên li ser sînorê Edîrne ji serma jîyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyanîyekê li Îstenbul’ê xwestin ku hemî peymanên dersînorkirina penaberan werin betalkirin.

Walîtîya Edîrne 3’ê Sibata 2022’an derbarê mijara penaberên li ser sînorê Edîrnê de daxuyanîyek dabû û gotibû ku, bi dîtina 7 termên din hejmara termê penaberan li ser sînorê Edîrne gehişt 19 terman.

Jiber van mirinan Komela Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxê Îstenbul’ê “Komela Dema Jinê”, “Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) a Şaxê Îstenbul’ê ", “Komela Şopandina Koçberîyê (GOÇ-DER)”, “Meclîsa Koç û Penaberan ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)”, Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya Çep a Kesk jî di nav de 15 sazî, rêxistin û partî li ber derîyê Konsolxaneya Yunanîstan’ê daxuyanîyek dan.

Di daxuyanÎyê de pankarta “Sînoran vekin, pêşî li mirinên ser sînoran bigirin, peymanên dersînorkirinê betal bikin” hat vekirin.

Ev daxuyanî ji alîyê Hevseroka Komela Şopandina Koçberîyê (GOÇ-İZ-DER) Kamîle Kandal hat xwendin. Kandal di daxuyanîyê de bûyera mirina 19 penaberên li ser sînorê Edîrne xwest ku were ronîkirin.

“Divê penaber jibo berjewendî û polîtîkayên dewletan neyên bikaranîn. Jiber ku penaber bi daxwaza xwe cîh û warên xwe bernadin û koç nakin. Jiber polîtîkayên dijminatî, gelek kes li ser sînoran di rêyên penaberîyê de jîyana xwe ji dest didin. Li Tirkiye û gelek deverên din ên cîhanê penaber dibin armanca tundîyê û penaber bi mirinê re rûbirû têne hiştin.”

Herwiha di daxuyanîyê de hat xwestin ku peymanên dersînorkirinê werin betalkirin, dewlet polîtîkayên xwe li gor qanûna penabera pêş bixin, derîyan li penaberan vekin û pêşî li mirina penaberan bigirin.

Hêjayî gotinê ye ku li gor raporta Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2021’ê de 82 mîlyon mirov jiber şer, zextên sîyasî, êşkence, bêkarî, hêjarî hwd. ji cih û warên xwe bûne. Herwiha NY di raportê de dîyar kiribû ku penaberî li cîhanê her ku diçe zêdetir dibe.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Mem Botanî