DEM Partî Biryar Da Li Stenbolê Bi Namzedê Xwe Beşdar Bibe

Ayşegul Dogan

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) doh dest bi civînê kir û îro dawî lê anî.

Piştî civînê Berdevka DEM Partîyê Ayeşgul Dogan li navenda giştî ya DEM Partî’yê preskonferansek li dar xist û ragihand ku ewê li Stenbolê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinên şaredarîyê bibin.

Wê got, “Me xebatên berfireh domandin. Wek DEM Partî me biryar da emê li Stenbolê bi namzedê xwe beşdarî hilbijartinê bibin. Piştî ku em bi gelê xwe re şêrwirîn, ev daxwaza me derket holê û me di vî warî de jî nexşerêya xwe dîyar kir.”

Li Tirkîyê, herî zêde desthilatî û opozîsyon meraq dikin ku gelo DEM Partî wê li Stenbolê namzed dîyar bike an na.

Bêtirî çapemenîya desthilatîyê di van demên dawî de bernameyên ku çêdikin tê de navê hevjîna Selahattîn Demîrtaş Başak Demîrtaş tînin rojevê.

Di meha borî de Başak Demîrtaş jî ragihadibû ku heke DEM Partî guncaw bibîne ew dixwaze ku bibe namzeda Stenbolê.

Berdevka DEM Partîyê Dogan jî li ser endamê Stenbolê û hin bajarên din rawestîya û got:

“Li ser dîyarkirina endaman xebatên me didomin. Emê namzedê Stenbolê û hin namzedên bajarên din heta 9 vê mehê dîyar bikin.”

Li Tirkîyê di nav hemû bajaran de, bajarê Stenbolê herî zêde balê dikşîne.

Serokê şaredarîye Stenbolê demeke dirêj di bin desthilatîya Partîya Dad Pêşvebirinê (AKP) de bû, lê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de kete destê Partîya Gel ya Komarî (CHP).

Heta 9 vê mehê, wê çavên desthilatî û opozîsyonê li ser DEM partîyê bin. Jibo ku heke navê Başak Demîrtaş were dîyarkirin wê bandor li ser herdû aliyan hebe.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/Eyyûp Demîr