Piştî ku Îsraîlê rê li ber alîkariya hewayî ya Tirkîyê ya ji bo Gazayê girt, Tîrkîyê di hinartina 54 cûreyên berheman de li hemberî Îsraîlê bend danîn.
Wezareta Bazirganîya Tirkîyê di biryara 9’ê Nîsanê de sînordarkirina 54 cûreyan de; sotemenîya balefirên jet, zeyta motoran, melzemeyên kîmyawî, çîmento, hesin û pola, kevirên avasazîyê û dîwaran û hin cûreyên din biryara sînordarkirinê da.
Rayedarên Tirkîyê radigihînin ku ev biryar li hemberî helwesta Îsraîlê bertekek e. Lê hin stratejîstên aborî û sîyasî vê sînordarkirinê tenê ne bi Gazayê, lê bi sîyaseta Tirkîyê ya navxweşî ve girê didin.
Meclîsa Hinardekarên Tirkîyê (TÎM) radigîhîne ku ev cûreyên hatine sînordarkirin dê bandoreke neyînî li ser aborîya Tirkîyê bidin.
Li gor daneyên Banka Dinyayê, Tirkîyê di warê hinartinê de hevparekî girîng yê Îsraîlê ye û di rêza 7’an de cî digre. Di raporta Banka Navendî ya Îsraîlê de jî tê dîyarkirin ku di nav herêmê de di warê hinartinê de, Tirkîyê hevpara herî baş e.
Piştî ku Tirkîyê ev biryar da, çav li ser Îsraîlê ne, ka dê di vî warî de bersîveke çawa bide.
Ev sînordarkirin dê li ser pêvajoyê bandoreke çawa bide? Şîrovekarê darayî Îslam Memîş ev yek ji Dengê Amerîkayê re şîrove kir.
Memîş got, “Ana li herêmê ragêşîyeke jeopolîtîk heye. Di demeke wiha de Wezareta Bazirganîya Tirkîyê ev biryara ku da, bi ya min wê bandoreke xirab him li ser Tirkîyê û him jî li ser Îsraîlê bide. Ev pêvajoyeke dualî ye. Hejmarên hinardekirinê dê berbi nebaşîyê ve biçin.”
Ev helwesta Tirkîyê li hemberî Îsraîlê dê heta kengê berdewam bike?
Li gor daxûyanîya Wezareta Bazirganîya Tirkîyê, heta ku Îsraîl li Gazayê agirbestê ranegihîne û li hemberî alîkarîyan astengîyê heyî raneke, dê ev helwesta wan jî berdewam bike.
Lê Memîş, gava berjewendîyê herdû welatan dinirxîne, radigîhîne ku ev pêvajo dê zêde neçe, dibe ku piştî salekê careke din bibe pêvajoyeke normal.
Zanyarê Sîyasî Tefîk Erdem jî ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku heke Tirkîyê van berheman nefroşe Îsraîlê, bi awayekî li ser hin welatên din dibe ku dîsa biçin Îsraîl.
Erdem got, “Di demên berê de keştîyên Tirkîyê rasterast diçûn Keştîgehên Ashdod, lê ana wê wisa nebe, dibe ku biçe keştîgeha Rêveberîya Rûm ya Başûrê Qibrisê an jî keştîgeheke Îtalyayê û li vê derê jî biçe Keştîgeha Ashdod. Vê gavê Tirkîye wê hineke rêya xwe dirêj bike, lê dîsa berhemên xwe bibe Îsraîlê. Ana li ser van guzergahan jî tê qisekirin.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku, Îsraîl, piştî sînordarkirinê, ragihand ku ewê jî li hemberî vê biryarê, tedbîrên dijraber bigrin.
Your browser doesn’t support HTML5