Têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê Berbi Ku Ve Diçin?

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan duh roja Şemîyê li Stenbolê di “Mîtînga Mezin ya Filistînî” de gise kir û Îsraîl wek "rêxistineke dagîrker" nîşan da û got, “Îsraîl sûcdarê şer e. Emê di dinyayê de Îsraîlê wek sûcdarê şer bidin nasîn û di vî warî de jî niha em amadekarîyê dikin.”

Çend roj berê jî Erdogan, rêxistina Hemasê wek tevgereke berevanî û rizgarbûna Filistînîyan dîyar kiribû û gotibû ku ew Hemasê wek rêxistineke terorîstî nabînin.

Erdogan, di mîtîngê de ev gotinên xwe dubare kirin û sedema êrîşên Îsraîlê jî Ewropa û Amerîka nîşan dan. Li gor daxuyanîya Erdogan di vî şerê Îsraîl û Hemasê de axa Tirkîyê jî tê armanckirin.

Wezîrê derve yê Îsraîlê Êlî Cohen gotinên Erdogan wek “ragihandinên xetere” anîn ziman û bangî nûnerên xwe yên dîplomatîk; balyoz û konsulê sereke kir ku vegerin Îsraîlê.

Di navbera Îsraîl û Tirkîyê, di asta bilind de ti têkilî di 15 salan de nehatin çêkirin. Di nabera sala 2007’an heta 2022’yan pêwendî qut bûbûn. Serokê Îsraîlê Isaac Herzog gava 9’ê Adara 2022’yan serdana Tirkîyê kir û pêwendîyên Tirkîyê û Îsraîlê jî nerm bûn.

Piştre, di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de hin danûstandinên nû, di warê abarî, ewlekarî û dîplomasîyê de destpê kiribûn.

Pirsa sereke ew e ku, piştî daxuyanîya Erdgan wê têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê berbi ku ve biçin?

Zanyarê sîyasî Tevfîk Erdem, daxuyanîyên Erdogan ji Dengê Amerîka re nirxandin. Erdem amaje kir ku ev gotin dê peywendîyên herdu dewletan xirab bikin.

Tevfik Erdem

Erdem got,“Êdî pêkan nîne têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê wek berê biçin. Lê li vê derê heke têkilî xirab bibin sedemê wê pozîsyona Îsraîlê ye. Bi ya min Îsraîl jî dê wek Amerîkayê karta Kurd derxîne pêş. Dibe ku Îsraîl jî bêje heke hun Hemasê rêxistineke teror nabînin em jî ji vir û pê de PKK û YPG’ê terorîst nebînin.”

Parlementerê AKP’ê yê Rihayê yê berê Prof. Dr. Mazhar Bagli, daxuyanîyên Erdogan yên ser Îsraîlê ji Dengê Amerîka re şîrove kirin. Li gor Bagli jî piştî van gotinan dê têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê wek berê nebin.

Mazhar Bagli

Wî got, “Di demeke nêz de têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê berbi pêş ve diçûn, lê mixabin wek her dem, ev car jî ev têkilî ji alîyê Rojava ve hatin xirabkirin. Ji vir û pê de pêkan e ku ev têkilî qut bibin. Bi ya min heke Tirkîye jibo çareserkirina pirsgirêka Filistînîyan dixwaze roleke bigre, lazime têkilîyên xwe yên dîplomatîk bi Îsraîlê re qut neke.”

Daxuyanîyên Erdogan li ser bazara Tirkîyê jî xwe nîşan da. Nirxên dolar her ku diçe bilind dibe û Borsaya Stenbolê jî nirxên xwe ji sedî 7 winda kirin. Hin pispor vê ketinê bi daxuyanîyên Erdogan û hin ji van jî bi daxistina faîzê ya Banka Navendî ya Tirkîyê ve girê didin.