Serlêdana Tirkîyê ya bo ICJ Tê Çi Wateyê?

Dîmeneke Dadgeha Dadmendî ya Navnetewî (ICJ).

Wezareta Derve ya Tirkîyê roja Çarşemê bo beşdarbûn doza “komkujîya li ser Filîstînîyan” serî li Dadgeha Dadmendî ya Navnetewî (ICJ) da.

Doza ku di meha Berfanbara 2023’an de bi serlêdana Afrîka Başûr hatibû destpê kirin, heya niha bi rêya ragihandinê û bi awayekî fermî li gel Tirkîyê 13 dewletan dîyar kirîye ku ew dê li dijî Îsraîlê beşdarî dozên bibin.

Li gor jêderên dîplomatîk, jiber madeyan 63 a rêziknameya ICJ yê, mafê Tirkîyê heye ku beştarî dozê bibe. Tirkîyê ev maf bi îmzakirina Peymana Ceza û Astengkirina Suçên Komkujîyan a Neteweyên Yekbûyî (NY) destxistîye.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan bi têkildarî serlêdana welatê xwe, ser hesaba xwe ya medya civakî ragihandibû ku “Divê civata navnetewî pêyvira ku dikeve ser xwe bîne cîh daku komkujî bisekine û divê li ser Îsraîl û alîgirên wê zext were kirin. Tirkîyê di vê rêyê de tiştê ku ji destê wê tê, wê bi her awayî pêk bîne.”

Heya niha di doza dijî Îsraîlê de hatî vekirin, dewleta Tirkîyê, Rêvebirîya Filîstîn, Îspanya, Îrlanda, Belçîka, Misir, Meksîka, Kolombîya, Nikaragua, Lîbya, Maldîves, Şîlî û Kûbayê serî lê daye. Almanyayê jî ragihandibû ew dê bo piştgirîya Îsraîlê serî li dadgehê bide. Lê heya niha ICJ’ê daxwaza çî dewletan qebul nekirîye.

Gelo serlêdana dewletên ya bo ICJ’ê, dê bandorek çî li ser piroseya darizandinê û encama wê bike? Dengê Amerîka ev pirse ji Pisporê Hiqûqa Navnetewî Sabîr Ebdulahîzad pirsî.

Ebdulahîzad got ku ICJ wê di destpêkê de serlêdanên dewletan binêre gelo ew ji vê dozê çawan bandor digirin û pişt re serlêdana dewletan qebul bike.

Sabîr Ebdulahîzad

“Hejmarek zêde dewlet serlêdan dikin ku wekî alîyê wê dozê werin dîtin. Êcar dadgeh dê lêkolînekê bike; gelo di encama dozê de bîryara dê ser berjewendîyên (aborî, sîyasî û herwiha) wan welatan bike an ne? Eger ku dewlet bikarin belgeyên pêwîst araste bikin ku berjewendîyên wan di vê dozê de dikevin xeterê yan jî ev doz bandorî berjewendîyên wan dike, wê çaxê ew dewletên ku serlêdan kirî dê bibin alîyê dozê û kêleka Afrîkaya Başûr cîh bigirin.”

Ebdulahîzad dibêje ku her dewleta ku beşdarî dadgehê dibe dê belge û agahîyên derheqa îdiayên komkujîya ser Filîstînîyan de pêşkêş bikin û bêguman ev dê ser bîryara dadgehê têsîr bike.

“Her ku di dozê de hejmara dewletan zêde dibin, rêya givaşên ser Îsraîlê jî dê zêde bin. Lê her ku dewlet zêdetir dibin, pêvajoya hiqûqî ya nirxandina belgeyan dûr û dirêjtir dibe. Jiber vê sedemê doz jî zêdetir dê bikêşe. Dibe ku ev bi salan berdevam bike. Heya ku dadgeh bîryarê bide ew qirkirin, an jî em bêjin ew tawanên pêk tên dê ziyanek pir mezin bigihîne rûniştvanên heremê”

Ebdulahîzad bibîr dixwe ku ICJ bilindtirîn organa dadgerîyê ye û yêk ji 5 organên sereke ya Neteweyî Yekbûyî NY ye. Ew dibêje ku piranîya dewletên cîhanê, 99 ji sedî mecbûrin ku bîryara dadgehê bi cîh bînin.

“ICJ Îsraîlê suçdar bibîne û bîryar derkeve ev dê dibe givaşek pir mezin û wê darbeyek mezin li sîyaseta Îsraîlê bikeve. Pêkane ku ev bibe guharandina pergala sîyasî ya Îsraîlê û dawî li hikûmeta heyî were. Bêguman wextê ku ICJ bîryarekê di berjewendîyê alîyekê de dide; ew serkeftinek pir mezin ya sîyasîye jibo wan welatan e. Ger ku em di çavê Afrîkaya Başûr de binêrin ev serkeftinek mirovahîyê ye. Ji alîyê din ve ku hin welat vê mijarê wek sîyasî dinêrin, ev dê bo berdevamîya desthilatên wan welatan bibe propaganda.”

Hêjayî gotinê ye ku ICJ ku li bajarê Laheya Hollandayê ye, sazîya serekî ya NY ye. Dadgeh bo çareserîya welatên endamên NY dikare bîryaran digire. Lê mekanîzmayên dadgehê yên bo bicîhanîna van bîryaran sînordar e.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Arif Aslan