Îro li Navenda Giştî ya HDP’ê de civîna Meclîsa Jînê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (HEDEP) hate lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogulları Orûç, di vê civînê de li ser şerê Îsraîl û Hemasê rawestîya. Hatîmogullari, di qisedana xwe de polîtîkayên Îsraîlê yên li hemberî Filistînîyan û yên Tirkîyê yên li hemberî Kurdan dan ber hev û got:
“Dema Filistîn ji alîyê Îsraîlê ve dihat bombebarankirin Tirkîyê jî daxwaz dikir ku bila Îsraîl çekan rawestîne. Lê mixabîn di heman deman de li Rojava li ser gelê Kurd, ji alîyê hikûmeta Tirkîyê, Serokomarê Tîrkîyê û Wezîrê Derve yê Tirkîyê bombe dihatin reşandin. Li Rojava santralên elektrîkê, nexweşxane, dibistan û gelek cîyên jiyanê yên sîvîl hatin bombekirin.”
Hatîmogullari, di axaftina xwe de kiryarên Îsraîlê û Tirkîyê wek hev nîşan dan. Wê ragihand ku Îsraîl li Filistînîyan çi dike, himan tişt ji alîyên Tirkîyê ve li ser Kurdan pêk tên. Hatîmogûllari Xeza û Efrîn jî li hemberî hev qîyas kir û hestê xwe wiha anî ziman:
“Îsraîl niha ji Xezayê re dibêje biçin Nîvgirava Sînayê an jî Çola Necefê. Tirkîyê îro dijî vî derdikeve. Lê mixabin di demên berê de Tirkîyê li Efrînê hereketeke esmanî û bejayî çêkir. Kurd û di serî de hemû gelê Efrînê ji axa wan derxist û li vê derê demografî bi tevahî guherand. Îsraîlê li Filistînê çi dike Tirkîyê jî li Rojava heman tiştî dike.”
Di şerê Îsraîl û Hemasê de gelek jin û zarokan jîyana xwe ji dest dane. Hatîmogullari, li ser van kuştinan jî rawestîya û ragihand ku pêwîste ev kuştin bi tevahî werin dawîkirin.
Di 15 vê mehê de HEDEP’ê 4’emîn Kongreya Mezin çêkiribû. Îro civîna Meclîsa Jinê hate lidarxistin. Sibê jî wê Meclîsa Partîyê ya HEDEP’ê bicive. HEDEP dê piştî van civînan stratejîya xwe ya nû pêşkêşî raya giştî bike.
ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke
Your browser doesn’t support HTML5