Tirkîyê Banga Balyozê Xwe Yê Li Îsraîlê Dike

Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Şemîyê ragihand ku wê ji balyozê xwe yê li Îsraîlê re gotiye ku vegere Enqerê, jibo şêwira ser redkirina Îsraîlê ya agirbesta li Xezayê.

Wezaretê ragihand ku li Xezayê trajedîyeke diqewime, jiber berdewamîya êrîşên Îsraîlê yên dijî sivîlan û nehiştina derbazkirina alîkarîyên mirovî û qebûlnekirina agirbeseke li heremê.

Wezaretê destnîşan kir ku jiber van sedeman biryar hatiye dayîn ku balyoz Şakir Ozkan Torunlar vegere Enqerê û bi karbidestên welêt re şêwiran bike.

Ji alîyê din ve, Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan di divegera xwe ya ji Kazaxistanê de got ku bi Îsraîlê re ti pêwendiyeke wî tuneye û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êdî bi ti awayî ne mixatebê wî ye.

” Me ew (Netenyahu) jê bir û avêt. Ezê vê biryarê di Hilcivîna Rêxistina Hevkariya Îslamî de eşkere bikim.” Erdogan got.

Erdogan herwiha anî ziman ku niha tenê serokê MÎTê Îbrahîm Kalin bi Îsraîlê re diaxife.

” Kalin helbet bi Filîstîn û Hemasê re jî diaxive,” Erdogan got.

Wî herwiha destnîşan kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) ser rewşa li Xezayê di vê derbarê de bi dadmendî tevnagere û bawerîya wan bi YE kêm bûye.

Erdogan dîyar kir ku ger lihevkirinek çêbibe, Tirkîyê dikare li Xezayê bibe welatekî garantor.

Li aliyekî din, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken di çarçoveya gera xwe ya li Rojhilata Navîn de, wê sibe Yekşemê bo du rojan serdana Tirkiyê bike, wezareta Derve ya Amerîka îro ragihand.

Jêder: Wezareta Derye ya Tirkîyê, wezareta Derve ya Amerîka, Medya Tirkiyê, AFP