Tanrikulu: Di Sala 2021'ê de Mafên 2,964 Mirovan li Tirkîyê Hatin Binpêkirin

Parlementerê Partîya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu raporta binpêkirina mafê mirovan ya sala 2021’an eşkere kir.

Di vê raportê de ku ji alîyê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirov ya Meclîsa Tirkîye (TBMM) ve derketîye, tê gotin ku di sala 2021’ê de mafê jîyana 2,964 kesan hat binpê kirin. 3,145 kes jî bûn armanca êşkence û kiryarên xirab.

Tanrikulu jibo sala 2021’ê dîyar kir ku di serî de li ser mafê jiyanê û di gelek waran de tabloyek pir giran derket holê. Ev yek ji alîyê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî ve jî hatin eşkere kirin.

Sezgîn Tanrikulu, parlemanterê CHPê yê Stenbolê.

“Wek mînak di raporta cîhanê ya ku ji alîyê Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) ve hatiye weşandin de cihekî mezin ji Tirkiyê re hatiye veqetîn. Par di warê binpêkirina mafê jiyanê de 2,170 binpêkirin çêbûn. Ji vana 34 jê zarok 324 jin hatin kuştin. Di sûcên nefretê de 14 welatîyan jiyana xwe ji dest dan, 2,175 karker di kar de jîyana xwe ji dest dan.”

Parlementer Tanrikulu dîyar kir ku di dema desthilatdarîya hikûmeta Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de pêşîya êşkencêyê nehat girtin.

“2,220 bûyerên êkenceyê hene. Li zindanan 925 pêkanînên xerab û êşkencê pêk hatin. Di warê azadîya rêxistinbûnê de 200 kes hatin girtin, di çarçoveya azadîya ramanê de bi giştî 386 binpêkirin hene. Herwiha 62 rojnamevan hatin desteserkirin 41 rojnamevan û nivîskar hatin cezakirin.”

Tanrikulu bi berdewamî jî got ku di warê mafên mirov li Tirkiyê de her ku diçe xerabtir dibe. Li gor hemû sazî û dezgehên mafên mirov ev yek wiha ye.

“Di warê civîn û meşên xwepêşandanê de 3,723 kes hatin desteserkirin, li 26 bajar û 6 navçeyan qedexeyên civîn mezin û meşên xwepêşandanê hat qedexekirin û rasterast mudaxele li 334 daxuyanîyan hat kirin.”

Li alîyekî din ve jî Tanrikulu di vê raportê de cîh daye pêzanînên Komela Mafên Mirovan (İHD) yên mirin û girtîyên nexweşên yên li zindanan jî. Di heman demê de cîh daye pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) jî.

“Li gor pêzanînên ÎHD’ê 604 nexweşên giran li zindanan hene. Herwiha li gor sazîyên civaka sivîl û medyayê 34 zindanîyan jîyana xwe ji dest dan. Li alîyekî din ve jî li gor pêzanînên TGS’ê jî herî kêm di 130 dozan de 250 rojnamevan jiber nûçeyên xwe hatin darizandin. Jiber xebatên xwe yên rojnamevanîyê herî kêm 50 rojnamevan hatin desteserkirin. Li gor heman pêzanînan herî kêm 34 rojnamevan di zindanê de ne," wî da zanîn.

Tanrikulu herwiha got ku "di sala 2021’an de, ji kêmahî ve 92 kes ku yên wek rojnamevan, nivîskar, weşanger jiber nivîs, axaftin an çalakiyên wan ên ku di çarçoveya azadîya ramanê de bi cezayê zindan an jî cezayê diravî hatin ceza kirin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Mem Botanî