Parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amed’ê Semra Guzel do li taxa Sîlîvrî ya Îstenbul’ê hat desteserkirin ku parêzbendîya Guzel di Adar’a îsal de li Parlamentoya Tirkîyê hatibû rakirin.
Piştî bûyera desteserkirina Guzel, Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê derbarê wê de do ragihand ku “Tîmên dijî terorê yên Rêveberîya Ewlekarîya Îstenbul’ê û Dezgeha Îstîxbaratî ya Netewî ya Tirkîyê (MÎT) bi xebata hevbeş de, li ser rêya Edîrne bi nasnameyeke sexte Guzel desteserkirin.”
Lê endamê Komela Hiquqzanên Azadîxwaz (OHD) yê şaxê Îstenbul’ê parêzer Bulent Aşa ku parêzerê Guzel’ê ye dîyar kir ku wan bi Guzel re hevdîtin pêk anî û wî destnîşan kir ku îdîayên wezaretê ne rast in.
Parêzer Aşa derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitter’ê peyamek belav kir û got: “Piştî demeke dirêj rawestandinê me karî ligel Guzel hevdîtinê bikin. Ew nûçeyên ku desthilatê belav kirine bi giştî operasyoneke berevajîkirin û bêrûmetkirinê ye. Îdîayên bikaranîna perukê û hewla derbazkirina sînorê Tirkîyê ne rast in.” Wî nivîsî.
Aşa îro jî bo Dengê Amerîka got ku parlementerîya Guzel hîn jî didome û ew li ser wêneyekê hat lînçkirin.
“Ev wêne, wêneyekî berîya ku Guzel bibe parlementer hatiye kişandin. Hem bi fezlekeyekî Serdozgerîya Komarê ya Amed’ê hem jî jiber vî wêneyî Serdozgerîya Semsûr’ê fezleke amadekir û li parlementoyê bi dengên desthilat û opozîsyonê dijî hiqûqê parêzbendîya Guzel hat rakirin.”
Parêzer Aşa herî dawî jî dîyar kir ku ew li bendê ne ku Guzel jibo dozgerîyê di seatên pêş de were şandin û biryarek were dayîn.
Hêjayî birxistinê ye ku Guzel di sala 2014’an de bi endamekî Partîya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) yê bi navê Volkan Bora re wêne kişandibû. Ev wêne ji alîyê Ajansa Anadolu ya dewletê ve hatibû weşandin û jiber van wêneyan di derheqa Guzel de biryara rakirina parezbendîyê li parlementoyê hatibû dayîn.
Piştî rakirina parêzbendîya parlementer Guzel jî Serdozgerîya Komarê ya Enqerê, bi tawana “Endamtîya rêxistina terorê” 24’ê Adara 2022’ê derbarê Guzel de biryara girtînê dabû.
Your browser doesn’t support HTML5