Opozisyon û Desthilata Tirkiyê li dor Erdhejê Hevdu Rexne Dikin

Piştî erdhejê di navbera desthilatî û opozîsyona Tirkîyê de jî gengeşî hatin destpêkirin.

Opozîsyon desthilatîyê bi kêmasîya bersîvdayina erdhejê sûcdar dike, desthilatî jî bi fesadîyê opozîsyonê tewanbar dike.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, kêmasîyên ku pêk hatine vana bi hin sedaman ve girê dide.

Erdogan radigîhîne ku erdhej di qadeke fireh de pêk hatîye û li ber sedemên sermayê di veguhastina alîkarîyê de jî derengî çêbûye. Erdogan di vî warî de rexneyên opozîsyonê jî bi awayekî fêsadî nîşan didi.

Liser van kêmasîyan rayedarên opozîsyonê ji Dengê Amerîkayê re qise kirin. Ew raste rast di sedemê van hemû nejêhatbûnan de desthilatîyê nîşan didin û yekser Rêveberîya Rewşa Bilez û Afetê (AFAD) rexne dikin.

Endamê Meclîsa Partîyê ya CHP’ê Devrîm Bariş Çevîk radigîhîne ku desthilatîyê li hemberî alîkarîya wan her cûre astengî derxistîye:

“Ekîba me ya alîkarîyê li her derî hate astengkirin. Li gelek bajarî nahêlin ku tirêleyê me yê alîkarîyê derkevin. AFAD bi xwe di her warî de kêm dimîne lê li hemberî me jî her cûre astengîyan derdixin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Baş Murat Akbûrak jî yekser li ser kêmasîyên desthilatîyê radiweste û radigîhîne ku desthilatî di vî warî de sinifê de maye:

“Welatîyên me gilî dikin û dibêjin AFAD kêm dimîne û têr nake. Rastî jî wisa ye, ji gelek welatîyê me re nikare bibe derman. Li gelek cîyan destûr nadin ku makînên kar herin wan deran. A rastî di vî warî de ew sinifê de man.”

Endamê Meclîsa Partîyê ya HDP Sûltan Oczan yekser li 10 bajarî dîyarkirina Rewşa Awarte ya sê mehî rexne dike û desthilatîyê jî di vî warî de neserkeftî dibîne:

“Me hin tirêle û kamyonên alîkarîyê gihand bajarên erdhejê, lê gelek kamyonên me jî hatin astengkirin. Me ev yekan ragihande AFAD’ê lê ti çareserîyek çênekirin. AFAD bi tena serê xwe ji xwe têr nake, lê ana jî bi Rewşa Awarte dixwazin ku tevahîya van kêmasîyên xwe veşêrin.”

Alîkara Serokê Giştî yê Partîya DEVA’yê Senem Oktar radigîhîne ku ji yên bin kavilan re xebatên rizgarkirinê kêm maye:

“Ji me re gelek telefon di yên bin kavilan de dihat. Me vana yekser radigihande AFAD’ê. Lê em dibînin ku di vî warî de heta niha jî cîyê ku hê neçûne hene. Em dibêjin lê çi encam pêk tê em nizanin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Dahatû Abdûllah Başçi jî rexnê xwe wiha tîne ziman:

“Mixabîn sazî û dezgehên dewletê li vê derê di sinifê de mane. Ez vîya baş dibînim. Leşkerê me bi derengî be jî çûn jibo alîkarîyê. Lê mixabîn heta niha jî li gelek cîyan ti kes neçûne.”

Li gel rayedarên AKP’ê jî Dengê Amerîkayê xwast nêrîna wan bigre lê ewan koodînasyona giştî nîşan dan û bersîva taybet nedan.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_11_02_2023_Opozîsyon_Desthilatî_Erdhej.mp3