Gelo Hikûmeta AKPê Hevdîtin Li Gel Ocelan Kiriye?

Wêne ji Arşîfê ye

Li Tirkîyê bi nêzîkbûna hilbijartinên 14 Gulanê yên serokomarî û parlamanterîyê, mîna hilbijartinên borî dîsa îdîayên hevdîtina hikûmeta Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya li gel Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan hat rojevê.

Doh Înê Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehattîn Demîrtaş, bi rêya twitterê dîyar kiribû ku wî piştrast kirîye, hikûmetê li gel Ocalan hevdîtin pêk anîye û Ocalan daxwaza wan red kirîye. Lê derheqê naveroka hevdîtinên de çî nehat balavkirin.

Di vê navberê de serokê Rêxistina Rojnamevanên Betlîsê Sînan Aygul serî li wezareta dadê da û got ku ew dixwaze li gel Ocalan hevpêvînekê pêk bîne.

“Hêvîdarim bersivek erênî wergirim, jiber ku Ocalan jibo civaka Tirkîyê û Kurdistanê aktorek girîng e. Ez dixwazim derheqê îdîyên hevdîtina herî dawî jî ji wî pirsim; Gelo AKP’ê çî jê xwast û wî çîma qebul nekir? Herwiha nêrînên wî yên ser sekna sîyasetvanên Kurd jî çîne?.”

Sînan Aygul

Aygûl dibêje ku bêguman helwesta Ocalan ya derheqê hilbijartina de dê li ser dengdaran têsîr bike û mafê herkesê heye ku derheqê wê hevdîtinên de agahî bistîne.

Parêzera berê ya Ocalan û Berbijara Partîya Çep ya Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal dibêje ku derheqê hevdîtinê de çî agahî ne gihiştîye ber destê wan û got ku hikûmet dixwaze bi rêya Ocalan dengê Kurd wergire.

“AKP û raya giştî jî dizane ku AKP jiber sîyaseta xwe ya bi salan, ya li dijî hêz û nirxên Kurdan daye meşandin, Kurd winda kirine. Ne tene bi hilbijartin û dengan, wekî dilxwazî û mirovahîyê jî, Kurd ji xwe dur xistîye.”

Uysal da zanîn ku ji 25 Adara 2021’an heya niha bi çî awayî malbat, parêzer û bi mafê telefonê têkilî li gel Ocalan nehatiye danîn. Uysal dibêje ku heya niha hezaran serlêdan bo hevdîtina li gel Ocalan hatine kirin.

Newroz Unsal

“Xwestek û daxwaza me ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Divê wekî kesekî girtî mafê wî yên hiqûqî werin parastin û li hember wî bi awayekî şantaj ne were bikar anîn. Birêz Ocalan bi asta sîyasî de jî bo çareserîya pirgirêka Kurd muxatabê serekeye û divê tecrîda li ser wî were rakirin.” Uysalê got.

Li gor raporta DHA’ê berdevkê serokomarîyê Îrahîm Kalin, hevdîtina hikûmetê û Ocalan red kir û got ku ev yêk bi eşkere derew e û tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne.

Kalin got, “Ev îdiayên ku ji aliyê hin derdoran ve hatî kirin, di demên hilbijartinan de ji bo destxistina hin armancên sîyasî tên kirin" Kalin got.

Ji alîyê din ve rojnamevan Murat Agırel di weşana zîndî ya Halk TV’ê de îdîa kir ku hevdîtina hihûmetê û Ocalan di 28 Adarê de pêk hatiye.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Arif Aslan