Gelo Pêkan e ku Hilbijartinên Pêşwext Li Tirkîyê Bibin?

Li Tirkîyê hilbijartinên parlemento û serokomarîyê di 14ê Gulana 2023an de hatibûn çêkirin, lê hê li ser vê hilbijartinê salek derbas nebûye ku li ser hilbijartinên pêşwext nîqaş tên kirin.

Pispor û zanyarên sîyasî sedema van nîqaşan di hilbijartinên 31ê Adarê 2024an de, bi serkeftina Partîya Gel ya Komarî (CHP) girê didin.

Rêvebirê Weşana Giştî yê Independen Nevzat Çîçek ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku CHP pêkane li Tirkîyê hilbijartinin pêşwext pêk bîne.

Ew dibêje, “Îhtîmal heye ku li Tirkîyê berî sala 2028an hilbijartinên pêşwext çêbin. Sedema bingehîn ya vê yekê ew e ku serokomar dê di pêvajoya berbijarbûnê de biçe meclîsê an jî pêvajoya referandûmê, ji ber vê yekê ez îhtîmal dibînim ku hilbijartinên pêşwext dê pêk werin.”

Nevzat Çîçek

Di hilbijartinên 31ê Adarê de piştî 47 salan şûnda CHP cara yekemîn li Tirkîyê ji 37.77% deng girt û bû partîya yekemîn. Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî piştî 22 salan ji 35.49% deng girt û bû partîya dûyemîn. Nevzat Çîkçek balê dikşîne ser vê encamê û ew dibêje:

“CHP ji yek aktorî zêdetir bûye partîyeke pir aktorî û ana sîyasetê hildiberîne. Berê partîyek bû ku li derve li berbijêrê xwe yê serokomariyê digerîya, lê niha em di pêvaoyekê de ne ku sê aktor derketin pêş, ew jî Mansûr Yavaş, Ekrem Îmamoglu û Ozgur Ozel in.”

Di hilbijartinên şaredarîyê de li tevahîya Tirkîyê di 81 bajaran de CHPê 21 bajar, AKPê jî 12 bajar bidest xist. Ev serkeftineke CHPê bû.

Li ber vî jî zanyarên sîyasî dema vê tabloyê dinirxînîn dibêjin CHP dixwaze ku vê destkeftina xwe di hilbijartineke pêşwex de bikar bîne. Lê Analîstê Sîyasî Îbrahîm Uslu dijî vê nêrînê temaşe dike.

Îbrahîm Uslu

Uslu ji Dengê Amerîkayê re dibêje, “Hilbijartinên pêşwext niha di rojeva tu kesî de nînin. Dibe ku ev yek piştî çend salan were rojevê, lê niha ne mimkun e, ji alîyê destûrî ve jî ne mimkun e. AKP, heta ku şert û mercên aborî yên guncaw pêkneyne ewê vê yekê venekêşîne pêş û hilbijartineke pêşwext çêneke.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku, li gor Destûra Bingehîn ya Tirkîyê heke hilbijartineke pêşwext nebe Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan careke din nikare bibe namzedê serokomarîyê. Ji ber vê jî li gor hin zanyarên sîyasî tê ragihandin ku, AKP ji bo careke din ku Erdogan bike namzed, îhtîmale ku hilbijartineke pêşwext têxe rojevê.

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Eyyûp Demîr